SERSAXI

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Malbata biraye birêz ya xwedê jê razî kek Dara Bilek, silavên xwedê li we bin.

Mixabin nûçeya koçbarbûna  biraziyê we kek Dilges  Bilek, têkoşerê leheng xwedê jê razî  gihîşte me û em gelek xembar kirin. Bi vê minasebeta han em xemgînî û serxweşiya xwe pêşkêşî we û tevahiya malbata we dikin û em hevparê xema we ne.

Xwedê jê razî, têkoşerekî jêhatî û nîştimanperwerekî dilsoz yê rêbaza Kurdayetî û xwedan hestên bilind yên netewî bû, lewre jidestdana xwedê jê razî wendakirinek gelek mezin e ji bo gelê Kurd, înşaelah cîhê ruhê wî bihuşt e.

Xwade sebre bide malbata Bilek

Ligel rez û silave birati

Komita herêma Almanya,a PDK-Bakur 

11.12.2014

Nerîna min :