Polîtîk

Li Kurdistanê 3 Trilyon m3 gaz heye

Pîsporekî li warê neft de eşkere kir ku Herêma Kurdistanê dikare ji bilî neftê pişta xwe bi dahata gaz bibestê, ji ber ku sê tirilyon metirsêca(m3) gaz li Herêma Kurdistanê heye, dikarê bi heman awayê neftê bifroşe welatên cîhanê.

Newzad Muhendîs pîsporeke di warê neftê de ragihand, li Herêma Kurdistanê da sê trilyon metirsêca gaza siruştî heye, li sala (1998) ve ji aliyê kompanya Dana Gaz ve li çend navçeyeke Kurdistanê tê derxistin.

Her wiha got: ”Ew gaza li Kurdistanê heye cûreyekî gelek başe û bi gaza şîrîn tê bi nav kirin û tu bandorekî li ser boriyên veguhestinê û kêlgehan nake”.

Back to top button