Wezareta Pêşmerge hejmara şehîd û birîndaran eşkere kir

Wezareta Pêşmergeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigihîne ku hejmara şehîdên Pêşmerge li şerê Da’îş li meha hezîrana îsal ve (727) şehîde.

Wezareta Pêşmerge îro çarşem daxuyaniyek di vî derbarî de belavkir têda da zanîn ku (727) kes şehîd bûne û (3564) Pêşmerge jî birîndar bûne.

Her li gor wê ragihandinê jî (34) Pêşmerge jî bêseruşûn bûne.

Nêrînek

  1. Qurbanûdana 727 cangorî û birîndariya 3564 lehengên Kurd, êş û derdekî pir giran li malbatên wan û li hemû kurdistaniyan, herweha li heval û hevriyên wan gûriyan jî peyda bûye. Lê belê ji ber ku ŞEHÎDbûn mîzgîniya azadiyê ye, çareya astengiyê jê re tune ta ku welêr rizgar bibe. Bila Xwedayê mezin semax û hedan bide malbatên şehîdan, şîfa xêrê bide birîndaran, hedan bide dost û heval, xizm û hevriyê wan. Bila serê wan û tevahiya Neteweyê Kurd sax be. Bi hêviya ku şûna wa vala nemîne, Înna lîllh we înna îleyhî racîûn…

Nerîna min :