Rûdaw kanala Mîtê ye yan HDP partiya Mîtê ye?
Tora Medyayî ya Rûdawê her ji destpêkê ve û heta niha bi awayeke eşkere xwest li ser berjewendiya gelê Kurd zanyariyên nû yên cîhanê pêşkêşî gelê Kurdistanê û her Kurdekî li cîhanê bike.
Helbet li vê armanca xwe ya giran û qûrs de barê Rûdawê ne sivike û birastî jî ne hêsane ku şaşî an jî xeletiyan neke. Helbet şaşî û kêmasiyên Rûdawê jî çêbûn, lê belê bi awayeke giştî birastî jî Rûdaw berev serkeftin û pêşketinê ve diçe.
Li bin yek sêwanekî de komkirina rojnamevanên Kurdên Bakûr, Başûr, Rojhilat û Rojava bi serê xwe serkeftineke mezine. Lê belê pêkve xebitandina van Kurdan jî birastî zehmete. Ji ber ku Kurdên her perçeyeke Kurdistanê têra xwe ji asîmîlasyona dewletên dagîrker kirêt bûne û li bin kultura wan de mezin bûne û paqijkirina wan jî demeke dirêj dixwaze û paqijkirina wan jî ne hêsane. Lê belê dawiya dawî de eger xebatkarên Rûdawê bikaribin xwe ji qirêjiya bîr û baweriyên dewletên dagîrker xelas bikin wê demê wê rojnamevanên 24 eyarê zêrê zer û Kurdên paqij û Kurdperwer derkeve holê ku xwe ji tu milleteke din kêmtir nebîne.
Rûdaw birastî jî şoreşeke rojnamevaniyê pêkanî, li bin yek sêwanê de komkirina rojnamevanên Kurd, di demeke zû de pêşkêşkirina zanyariyan, cîhdana her ramaneke cûda û pêşxistina demokrasiya Kurdan û bikaranîna teknolojiya nûjen asta rojnamevaniya Kurdistanî û Kurdî gelek bilind kir, eve jî beşek ji şoreşên Tora Medyayî ya Rûdawê ne.
Heta niha ew êrîşên ku li ser Rûdawê hatine kirin, ji aliyê wan kes û grûban ve hatine kirin ku ne demokrasiyê dizanin û ne jî tehemmula ramaneke cûda û pêkve jiyanê dikin. Ew kes û alî gelek bi eşkere diyarin û navê demokrasiyê li devê xwe de kirine benîşt û dicûn, lê belê mixabin nizanin demokrasî çiye û tehemmula wan ji demokrasî jî tûne û ew ji wan dîktatorane ku êdî cîhanê de hejmara wan roj bi roj kêm dibe û civaka Kurdan jî êdî baş dizane ku ew çend paşmayî û aqilsivikin.
Rûdaw kanala Mîtê ye yan HDP partiya Mîtê ye? Bi tometa Rûdaw kanala Mîtê ye êrîşî rojnamavenên wê kirin. Helbet eşkereye ku kî Rûdawê damezrandiye û li ser berjewendiya çi milletekî kar dike û zanyariyên nû pêşkêşî çi milletekî dike.
Lê belê HDP jî baş diyare ku li ser biryara kî hatiye damezrandin ku hemû kes dizane bi biryara Mît û bi gotina Ocelan û bi kiryara Sirrî Sureyya Onder hatiye damezrandin. HDP ne naveke Kurdî ye, ne Serokê wê Kurdî dizane û ne jî li ser berjewendiya Kurd û Kurdistanê kar dike. Armanca wê xapandina gelê Kurdên Bakûre ku Kurd daxwaza axa welatê xwe nekin û wan bi biratiya gelan bixapînin. Eve jî diyare li ser berjewendiya Mîtê ye û HDP ya Mîte.
Exmîrê Sêrtî