Cîhan

Hevalbendên Gulen partiyek damezirandin

Li Tirkiye hinek parlementerên ji Ak-Partiyê veqetiyan partiyek nû ava kirin.

Parlementerê Ak-Partiyê yê kevin yê bajarê Kutahya Îdris Bal, piştî navbera Ak-Partiyê û cemaeta Fethullah Gulen têkçû, Erdogan bi tundî êrîş birin ser Gulen û hevalbendên wî.

Gelek parlementerên di nava Ak-Partiyê ku cemaeta Gulen ve girêdayî bê deng man û 6-7 parlementer jî li dijê Erdogan helwest standin û ji partiya Erdogan veqetiyan.

Îdris bal jî yek ji wan parlementeran e. Niha jî partiyek bi navê “ Partiya pêşxistina Demokratik“ damezirand û serî li wezereta navxwe da.

Hêja nayê zanin ku ka dê kijan parlementer tevlî vê partiyê bibin. Herweha ihtimala ku hinek parlementer ji Ak-Partiye jî tevlî vê partiya nû bibin heye.

Back to top button