Swêd: Komedyenê kurd xelata Voice of the Year wergirt
Li Swêdê komedyenê navdarê kurd Soran Îsmaîl xelata kultûrî ya Läkerolê a bi navê (Voice of the Year) ango xelata Dengê Salê wergirt.
Li gor radyoya Swêdê, beşê kurdî, xelata kultûrî ya Läkerolê a bi navê (Voice of the Year) ku, her sal ji kesatiyekî/ê re tê dan, îsal çû ji komedyenê kurd Soran Îsmaîl re.
Soran dibêje ku, ew biwergirtina wan xelatan gekel kêxweş e.
Xelata Voice of the Year ji sala 2009ê were ji aliyê Läkerol ji wan kesatiyan re tê dan yên ku bi dengê xwe cemaerî bi aliyê xwe ve radikêş in. Soran Îsmail ku, esilê xwe ji Duhokê ye, îsal di kampaniyaya li dijî regezperistiyê de li Swêdê dengê wî, dengê herî bilind bû û li her cî dihat bihîstin.
Soran Îsmaîl herwesa, meha borî xelata Neteweyên yekgirtî ji bo mafên mirovî wegirt bû.