Cîhan

Kiliçdaroglu amadeye li dijê Kurdan çekan hilgire

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu tevlî bernemeyek ya kanala televizyona Haberturk bû. Kiliçdaroglu piranî li ser hilbijartina serokkomariyê axivî.
Pirsek ji Kiliçdaroglu hate kirin.

Pirs: Eger rojekî parçebûna Tirkiye bê holê hun dê çi bikin?

Serokê CHPê Kiliçdaroglu:Di van rojên dawî de behsa guhertina sîstemê tê kirin.Hinek gengeşe hatin kirin ku, wê ji sistema yekparçebûnê derbasî federatifê bibe.Hinek tişt rojeva siyasî de têne gotin.

Kilçdaroglu dewam kir û got:  Ji bo parçenebûna Tirkiye pêwistî hebê emê dest bavêjin çekan.Ji bo çi Tirkiye parçebibe?Divê em demokrasiya xwe bi hêz bikin.

Back to top button