Polîtîk

Di nava 24 demjimêran de diyar dibe kî dê cîyê Talebanî bigire

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî dê di nava 24 demjimêran de kandîdê kurdan bo posta serokomariya Îraqê eşkere bike.

Fazil Mîranî sekreterê polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji malpera Rûdawê re got ku, serokê herêma Kurdistanê roj 5ê vê mehê digel aliyên siyasîyên herêma Kurdistanê civiye û tê de li ser wê yekê li hev kirine ku, hemû hêzên siyasiyên herêma Kurdistanê li dijî kandîdkirina Nurî Malikî bo posta serokwezîrtiya Îraqê ne û serokomarî jî ji bo kurdan dibe.

Li gor Mîranî her pênc aliyên herêma Kurdistanê; PDK, YNK, Goran, Yekgirtuya Îslamî û Komela Îslamî li ser nemana Malikî yekdeng in.

Li gor Rûdawê, Mîranî ew yek jî xuya kirye ku, di nav a 24 saetan de dê serok Barzanî navê kandîdê kurdan bo posta serokomariyê eşkere bike. Weke  tê zanîn dê posta serkomariya Îraqê ji bo kurdan be û dê kadîdê kurdan jî ji YNKê be. Berhem Salih, Necmedîn Kerîm û Fuad Masûm nemzadeyên YNKê ne bo posta serokmariyê, lê hêşta YNKê di nav xwe de li hev nekiriye.

Back to top button