Polîtîk

Muslim: Ne dema ragehandina serxwebûnê ye

Hevserokê Partiya Yekêtî ya Demokratîk (PYD) di hevpeyvîneke xwe de dibêje ku, niha ne dema ragehanndina dewleta serbixwe ya Kurdistanê ye û li herêma Kurdistanê bingehên dewleta kurdî nîn in.

Salih Muslim hevserokê PYD di hevpeyvîna xwe ya digel radyoya Dengê Amerîkayê, beşa kurdî, dibêje:

          Ji bo ragehandina dewleta kurdî niha ne demek minasib e. ji ber ku, li herêma Kurdistanê bingehên dewletek kurdî lawaz in û dê bikeve jêr tesîra Tirkiyeyê.

Muslim li dawiyê dibêje, lê eger parlamentoya Kurdistanê referendom saz kir û gelê kurd bi serxwebûna Kurdistanê razî bû, ew jî dê piştevaniyê lê bikin.

Weke tê zanîn berî çand roja serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî çû parlamentoya Kurdistanê û daxwaz ji parlamentoyê kir xwe ji bo encamdana referndomê amad bikin. Hema bêje hemû aliyên kurdî bi dewletbûna Kurdistanê re ne, lê bi tenê PKK û partiyên bi wê ve girêdayî li dijî serxwebûnê dixebitin.

Back to top button