Cîhan

Iraq parçe bibe Kurdistana serbixwe derdikevê holê

Wezareta Derve ya Rûsya ragihand, Rûsya alîgirê yekitiya xaka Iraqê ye lê dema Iraq perçe bibe wê demê dewleta kurdî dê were avakirin.

Alîkarê Wezîrê Derve yê Rûsya û nûnerê taybet ê Koşka Kremlînê li Rojhilata Navîn, Mîxaîl Bogdanov li ser rewşa Iraqê diyar kir, eger rêxistinên terorîst ên mîna DAIŞê Iraq perçe kirin wê demê Kurdistana serbixwe û hinek pêkhateyên din dê derkevin holê.

Li gorî ajansa Ria Novostî ya Rûsya, Mîxaîl Bogdanov, anî ziman ku Rûsya alîgirê yekitiya xaka Iraqê ye lê eger Iraq perçe bibe Rûsya nikare çêbûna Kurdistaneke serbixwe înkar bike.

Alîkarê Wezîrê Derve yê Rûsya, ragihand ku divê hurmeta serwerî û yekitiya xaka Iraqê were girtin û wiha got: “Ji ber êrişên terorîstan ne tenê li Iraqê lê li hinek welatên din ên Rojhilata Navîn jî dibe ku hinek dewletên îslamî derkevin holê. Helbet îhtimala çêbûna rêveberî û dewletên etnîkî jî heye.”

Li gorî mikhail bogdanov, DAIŞ ku niha li Iraqê xilafeta îslamî ragihandiye dê hewl bide li Sûriye, Filistîn, Libnan û Ordunê jî karîgeriya xwe nîşan bide.(Rudaw)

Back to top button