Nivîsar

Derew û şantaj rê li ber serxwebûnê nagire

Di rojnameyek ya PKKê  Ozgur Politika yê de nivîsek ji aliyê kesek bi navê Akif Serhat hatiye nivîsandin. Di vê nivîsê de Akif Serhat  behsa hinek tiştan dike ku rasti stuhrê serê mirov tê.

Dibêje ku pêwendiyên PDK û DAÎŞ bi hevre hene. Heta dibêje Mesud Barzanî  ji berî êrîşa DAÎŞ ya Musilê serdana Amanê kiriye û ev êrîş li civînek li Amanê de hatiye organîze kirin.

Herweha di nivîsê de dibêje ku endamê mekteba siyasî ya PDK Azad Berwarî di civîna ku erîşa Musilê organize kirî de amade bû.

Wek din gelek îdiayên bê serûber hatine kirin. Niha di vê derbarê de siyaseta Îranê tê zanîn û Îran gelek vekirî li mil bi milê Malikîşer dike û aloziyên do navbera Bexdayê û Kurdistanê de hevaltiya Bexdayê dike. Îran vekirî lidijê ragihandina deleta Kurdî derdikeve û di vê derbarê de kurdan tehdît dike.

Pêvajoya ku li Başûrê Kurdistanê destpêkirî pêvajoya serxwebûna Kurdistanêye. Heta dewleta Kurdî neyê ragihandin tu cara li tu deverekî destkeftiyên Kurdan nakevin di bin demanekî de.
Yanî ji bo kurdan di vê pêvajoyê de yek rê heye serxwebûna Kurdistanêye.

Li herêmê de hinek hêz gelek bi hîdet dijê serxwebûna Kurdistanê derdikevin.Li Kurdistanê jî hinek hêz û aliyên siyasî  serxwebûnê nexwazin ev yek tê famkirin. Hinek hêzên kurd ku xwe Kurdistanî dibînin dijê serxwebûna Kurdistanê derkevin ev nayê fam kirin.

Rewşa îro li Başûr heyî û ev qonaxa ku serxwebûnê li kurdan ferz dike destkeftiya kurdan ya herî mezine.

Vê pêvajoyê hinek pîvan jî derxistine holê. Hêdî di nav kurdan de xeta netewî û xeta ne netewî ( Mirov dikare her navî li vê xetê bike.) ji hev cuda dibe. Pîvan dijitî û pişgiriya ragihandina dewleta Kurdistanê ye.

Wek din dost û dijminên kurdan jî li gora vê pîvanê tên kifşkirin.
PKK gelek vekirî di vê konaxê de siyaseta Îranê rêve dibe û eşkere li dijê ragihandina dewleta Kurdî li Başûr derdikeve.

Hinek serkirdayetiyên YNKê jî dijê ragihandina dewleta Kurdî ne. Heta hinek ji wan dibêjin nabê di herêmê de dewletek Kurdî li dijê berjewendiyên Îranê çêbibe.

Akif Serhat jî  bi temamî senaryoyek ku Îranê  peyda kirî li ser rûpelê Ozgur Politikayê nivîsandiye. Medya PKKê li dijê vê pêvajoyê dinivîse û taybetî serokê Kurdistanê Mesud Barzanî bi zanebûn rexne dikin. Nûçeyên derew belav dikin.
Rojnemeyên wan de bêbextiyên mezin li PDKê têne kirin. Lê PDK di vî warî de bê deng e. Medya PDKê rolê xwe yê dîrokî nayne cih.

Ihtimalek mezin PDK guh nade van derewan. Gelek caran  dema îdiayek derew jî bêkirin û mirov bi xwe jî cidî negrê, lê piraniya kurdên Bakur wî îdiayê wek rastiyekî qebûl dikin. Ev yek xeta netewî aloz dike.

Îro li Bakurê Kurdistanê kî çewe li vê pêvajoya Kurdistana Başûr destpêkirî dinêre vekirîye. Gelek Komele, tevger û aliyên siyasî û kesayetên Kurd  pişgiriyek mezin didin vê pêvajoyê. Lê tirê nake.
Hêzêk wan medyayî tuneue ku derewên PKKê derêxin holê.

Pêwiste PDK bi xwe jî li beşên din yên Kurdistanê rewşa kurdan di derbarê pêvajoya ragihandina dewleta Kurdî de baş bizanibe û binirxîne.

Nivîsa Akif Serhat cidî neyê girtin jî , ji bo kurdên Bakur di vê derbarê de daxuyaniyek bûye pêwistiyek.

Tiştên Akif Serhat dibêjin kifşe karê istixbaratên herêmî yên li dijê serxwebûna Kurdan e. Derewek mezine  lê xelkê jê bawer dikin jî ji meznahiya derewê ne kêmtirin.

5.7.2014

Dara Bilek

 

http://www.ozgur-gundem.com/index.php?haberID=112429&haberBaslik=YER:%20AMMAN%3Cbr%3ETarih:%201%20Haziran%3Cbr%3EKONU:%20MUSUL&action=haber_detay&module=nuce

 

Back to top button