Cîhan
Bijî gelê kurd
Tora medya ya Rudawê pirsek ji serkonsulusê Fransayê yê li Hewlêr kir.
Rudawê ji serkonsulusê Fransa yê Hêwlêr Alan Gêbaxt pirsî: Gelo wê Fransa pişgiriya serxwebûna Kurdistanê bike?
Bersiv: Ez wek dîplomatek jêhatî bersiva vê pirsê didim û bersiva min jî ev e: Bijî gelê Kurd…
Alan Gêbaxt ku beşdarî merasima vekirina markêtekî li Hewlêrê bû, diyar kir, niha pirraniya dîplomatan û gelê kurd behsa serxwebûna Kurdistanê dikin lê ez wek serkonsulê Fransa li Kurdistanê piştgiriya Iraqeke federal û demokratîk dikim lê di heman demê de em hurmeta biryara gelê Kurdistanê jî digirin.
Serkonsulê Fransa li Kurdistanê her wiha ragihand, kurd zimanê xwe xaka xwe û dewleta xwe heye vêca li ser wan maye ka dê çi biryarê bidin û qedera xwe çawa diyar bikin.