Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî doh ragehand ku maddeya 140’ê cîbicîh bûye û Kerkûk vegeriya ye ser Kurdistanê, serkirdeyekî YNK’ê jî dibêje, divê Kerkûk bi rêkeftina ligel Bexdayê vegere ser Kurdistanê.

Di vê derbarê de Endamê Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Arêz Ebdulla îdîa kir ku divê Kerkûk di warê yasayî de vegere ser Herêma Kurdistanê û got: ‘’Ji bo vê mebestê jî divê em ligel Bexdayê rêkbikevin û pêngavên yasayî biavêjin.’‘

Arêz Ebdulla ji rojnameya Şerq El-Ewset çapa Londonê re wiha axifî: ‘’Niha teqrîben tevahiya wan navçeyan ketine bin kontrola Hêzên Pêşmerge û çend cihên kêm mane, lê divê di warê yasayî Bexda îtîrafê pê bike.’‘

Derheqa heman mijarê de yek serkirdeyên Tevgera Goran Hoşyar Ebdulla piştgiriya helwêsta Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir ku divê ew navçe neyên valakirin û Hêzên Pêşmerge paşde venekişin.

Hoşyar Ebdulla wiha axifî: ‘’Ew navçe Kurdistanî ne û divê di bin kontrola Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê de bimînin, encamên hilbijartina borî jî careke din ev rastî derxistiye holê ku ew navçe Kurdistanî ne.’‘

Hêjayê gotinê ye ji dema Hêzên Pêşmerge Kerkûk û navçeyên maddeya 140’ê xistine bin kontrola xwe, YNK û bi taybetî jî Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ku serkirdeyekî YNK’ê ye, helwêsta ta wî ji helwêsta giştî ya Herêma Kurdistanê cuda ye û heta astekî meyla wî bi ser Nûrî Malikî de ye.

BasNews

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: