Civak

NY:Li Iraqê di 5 mehan de7000 kes hatine kuştin û birîndar kirin

Bexda – Berpirsê Iraqê yê NY ragihand ku di detpêka sala 2010-ê heta niha 7000 kes li Iraqê hatine kuştin û birîndar kirin.

Di vê derbarê de serokê şandeya NY yê li Iraqê Ad Milkert roja 25 wê heyvê reportek pêşkêşî encûmena asayişa navdewletî kir û tê de ragihand, ku rewşek dijwar û aloz li Iraqê heye. Di rapora ku  Milkert dayî de hatiye kifşkirin ku, ji destpêka sala 2010-ê heta niha li Iraqê 2000 kesan jiyana ji destdayê û 5000 kes jî birîndar bûne.

Ad Milkert herweha daxwaz kir, ku di rapora xwe de da diyarkirin ku, divê ev bûyerên teroristî ji teref herkeseki ve bêne şermezarkirin. Divê zemînek guncayî jib o dabeşkirina desthilatê li Iraqê bête pêkanîn.

Back to top button