Êrîşa Israîl ya li ser gemiyan 19 kes hatin kuştin
Piştî leşkerên Israilî êrîşî gemiyên ku arikariyê bibin Gaza kirî, Gelek welatan li himber vê yekê helwest danî. Li gora agahdariyan hate niha 19 kes jiyana xwe ji dest dane û 26 kes jî birîndarin.
Li ser vê bûyerê berdevkê hukumeta Israîl daxûyaniyek da. Israîl di daxûyaniye xwe de dibêje: “ Kêmasî 10 kes hatine kuştin û 30 jî birîndarin. 10 leşkerên Israîlî jî birîndar bûne. Di destên kesên gemiyan de kêr û çek hebûn. Me gelek caran ew îkaz kirin lê qet guh nedan me.Me got barên di gemiya de li Asdod vale bikin, emê wan bighînin herêma Gaza. Lê em jî mecbûrin xwe biparêzin, kî bîna û kijan welatî bûna dê helwesta me her ev bûya. Kesên hatin kuştin em hêja nizanin hevwelatiyên kijan welatanin. Gemi niha dikevin Asdod. Ji xwe gerek her bihatin vê derê. Dê lêpirsîn li gel rêwiyên van gemiyan bêne kirin û dawiyê herkes dikare li welatê xwe vegere. Eger hinek ji wan nexwazin vegerin, emê wan bigrin û bêxin zindanê de.“
Serokkomarê Tirkiye peyamek gelek bi tund ev bûyer şermezar kir û Tirkiye balyozê xwe yê Israîl şûn ve kişand. Herweha gelek welatan dîtina xwe li himber vê bûyerê daye kifşkirin û heta niha welatên wek Swed û Yunan jî balyozên xwe ji Israîl şûn ve kişandin.
Hukumeta Tirkî li ser vê bûyerê komiteyek taybet ya krîzî pêkanî û serokfermandarê Tirkî ji Misrê gera xwe nivcu hişt û vegeriya. Herweha li Tirkiye gelek xwepêşandan têne kirin û Israil protesto dikin. Hukumeta Israîl çûyina hevwelatiyên xwe ji bo Tirkiye wek cihê xeterê ragihand. Rewş dibe kaosek diplomatik.
Serowezirê Tirkiye jî gera xwe li Amerîka Latînî nîvî de qut dike vedigerê Tirkiye.