PKK-ê li Iskenderunê êrîşê baregehek leşkerî kir

Şevîdin piştî nivê şêvê, grubek çekdarên PKK-ê êrîşek birin  ser baregehek yê hêzên deryayî yên leşkerên Tirkiye. Bûyer li Iskenderunê pêkhat û bi roket avêtin baregehê leşkerî. Şerek di nav leşkeran û çekdarên PKK-ê de çêbû. Li gora agahdariyan di despêka êrîşê de 6 leşker hatin kuştin û 9 jî birîndar bûne. Leşkerên birîndar gihandin nexweşxaneye.

Birînê 3 leşkeran girane girane û ew birin Enqere nexweşxaneya leşkerî(GATA). Rojnameyên Tirkî navê 5 leşkerên jiyana xwe ji dest dayîn belav kirin.

Navê Leşkeran:

Kenan Oğuz Arbay,
İsmail Kartal,
Erol kaplan,
Serhat Aslan,
Ümit Akbulut,
Erhan Terlemez.


Bersiv :

Nêrîna te
Nav: