Cîhan

Nexweşiya Israil û Tirkiye zêde dibe

Hinek gemî ji Tirkiye bi mebesta arikariyê bibin Gazayê  rêketin. Lê hukumeta Israil gelek  bala Tirkiye kişand û da xûyakirin ku eger ev gemî  werin em nahêlin bikevin ava Israîlê de. Lê cardin gelek gemî bi sedan insane  ketin rê û berê xwe dan Gazayê.

Dema ev gemî nezikî ava israilê bûn Israil, xwest wan bisekinîne .Di encam de gemiyên Israilî yên cengî rêya gemiyên Tirkan girt û operasyonek dijê wan kir.Ev gemä sekinandin û hinek kesên di gemiyan de girtin û li gora tê ragihandin gelek birîndar jî hene.Herweha  nêzikî 6 kes jî di van operasyonan de jiyana ji dest daye. Li ser vê yekê vê sibehê li Stanbulê bi sedan kes  çûn ber deriyê Konsulusxana Israîl û ev helwesta Israil protesto kirin. Herweha  xwepêşandanan da xûyakirin ku heta Israil gemiyên Tirkan bernede, ew ji ber konsulusxaneyê naçin.

Li ser van bûyeran wezereta derve ya Tirkiye ,îro balyozê Israil yê li Tirkiye xwest wezereta derve û di derbarê van bûyeran de bala Israil kişand. Dixweyê cardin li ser pirsa Gazayê navbera Israil û Tirkiye xirab dibe. Eve çend bûyerên bi vî awayî navbera herdu welatan de çêdibe.

Back to top button