Kultur
Lexpress: Pizza kurdî xwarina herî başe
Li Fransa kovarek bi nav û deng lehmecun wek pizza kurd nav kir û gelek wesfên lehmecunê dan. Kovara Expres li ser cureyên beşek xwarin wek sandewich lêkolinek kir. Di encam de li taxa Strasbourg Sait Denis resturan a “ Urfa Durum“ di çêkirina laehmecunê de ya herî baş hilbijart û ew lehmecun wek piza kurdî bi nav kir.
Nivîskarê kovara “Express Styles” François- Régis Gaudry, tama pizza kurdî gelek bilin nirxand û herweha dirêjahî behsa Pizza Kurdî kir. Li Tirkiye gelek kesên lehmecunê çêdikin li himber vê nûçeyê ne rihetiya xwe diyarkirin û gotin ev xwarinek Tirkiye ne kurdî ye.