Cîhan

Gemiyên Israil li kendava Îranê ne

Pirsa çêkirina çekên atomî, nexweşîya di navbera Israil û Îranê de roj bi roj mestir dike. Li gora rojnama Ingilizî Sunday Times, Israil 3 gemiyên xwe yên cengî yên bin deryayî rêkirinê kendava Îranê û di van gemiyên cengî de çekên atomî jî hene. Li gora Sunday Times radigihîne, ev gemiyên Israilî yên cengî ji aliyê teknolojiyê ve gelekî pêşketinê û dikare 50 rojan di deryayê de (di bin deryayê de) bimînin.

logo_sunday_times_466073125.jpg

Rojname dibêje ku, di her gemiyekî de 35-50 kes hene û çekên herî pêşketî yên nukler di van gemiyan de cih kirine. Armanca van gemiyan ewe ku, di derbarê zenginkirina uranyumê de zaninê destbêxin û heta dema pêwistbe li himberê Îranê di êrîşekî de van çekan bi karbine.

Ev fuzeyên ku di van gemiyan de hene, dikare bighe hemi deverên Îranê û menzîla wan 1500 km. ye.

Li gora rojnamê, ev helwesta Israîl bûye sedemê tundiya Îranê û generalek deryayî yê Îranê ragihandiye ku, ev helwesta Israîl gelek xirabe û ev yek dikare bibe sedemê helwestek gelek tund dijê Israil ji aliyê Îranê ve.

Back to top button