Nivîsar

Dewlemandiya folklara kurdî

DEWLEMENDIYA FOLKLORA KURDÎ
Peyvika  folk  wateya xwe bi kurdî ango gel/xelk, peyvika lor jî bi wateya zanîn/zanist e. Îcar dema ev herdu peyvik gihane hev, wateya  zanistiya gel dide û di kurdî/kurmancî de jî bi wateya gelêrî tê gotin.

Peyvika  folklor cara pêşî li Londrayê sal 1846, ji aliyê William Thomasî  (1803-1885) ve di kovara  Athenaeumê de hatiye bikaranîn. Vî camêrî, ev peyv wek Folk-lore bi kar aniye. Piştre jî Elmaniyan peyvika folkloreyê bi kar aniye. Hin bi hin ev peyv li dinyayê (xasma jî li nava neteweyên ku zimanê wan Hinoewrûpî ye) belav bûye her wisa ketiye nava zimanê kurdî jî.
Peyvika ”folklor” di nava xelkê de, ji van tiştan re tê gotin: Li welatekî, di nava gelekî/neteweyekî de, yan jî li herêmekê, ew çalakiyên taybet ên ku xasê bi xelkê ve lê ji aliyê xelkê ve bi nêvekarî têne bikaranîn, bi piranî jî di nava xelkê de ji tiştên mîna çîrok, meselok, stiran, leyztik, dîroka devkî, evsane, serpêhatî, destan, henek û laqirdî, gotinên pêşiyan, tore u hwd. re tê gotin.

Lê belê peyvika ”folklor” bi vî hawayê li jorê ku di nava xelkê ku tenê ji van tiştan re tê gotin, ne rast e. Lewra folklor bi wateya xwe ya ferhengî, gelek fireh e û ji hemû tiştên ku têkiliya xelkê bi wan tiştan re heye re tê gotin.

Folklora Kurdî ew tiştên çandî ne ku tenê yên Neteweyê Kurd in, wek çîrok, çîrvanok, çîrokên rawilan, stiran, meselok, pêkenok, serpêhatî, heyranok û Payîzok, şîret û nesîhet, Gotinên Pêşiyan, biwêj û gwd.
Bêguman folklora her neteweyî, girêdayê bi çanda wî neteweyî ve ye. Eger çanda neteweyî dewlemend be, folklora wî teweyî jî dewlemend e. Eger çand lewaz be, folklor jî lewaz dibe. Yanî folklor, wêneyê xwe ji yê çanda netewî werdigire.

Folklor serwet, saman û şanaziyeke wisa pîroz û giranbiha ye ku ne jê re nirx tê hesabkirin, ne jê re kêşan heye û ne jî pîvan çêdibe. Herweha folklor ji her neteweyekî re wisa girîng e ku ew netewe bi alikariya berhemên folklorî, xwe  ji mirina netewî rizgar dike.
Ev yek eşkere ye ku hemû miletên pêşketî yên ku îro li dinyayê xwediyê dewleta xwe ya nûjen in, vê çanda xwe ya heyî li ser du bingehan ava kirine.
Yek berhemên wan ên folklorî ne.
Dido berhemên wan ên klasîk in.

Îcar ji ber ku Folklor jî di Çanda Kurdî de beşeke girîng e, bi naskirin û têgihandina Folklora Kurdî, du pêdiviyên dewlemend derdikevin holê.
Yek: Ji bo ku xelkek eger wek netewe bête pejirandin, divê ku çandeke wî xelkî jî hebe. Îcar eger ew çand çiqas dewlemend be, ew netewe jî hewqas bi koka xwe, bi azbat û nijada xwe wisa dewlemend û kevnare tê qebûlkirin.

Dido:  Ji ber ku Folklora Kurdî bi çîrok û çîrovanokên xwe pir dewlemend e, tê de gelek babetên cuda cuda hene. Bi xwendina wan babetan, hicirkên mejiyê mirov pirr dişixulin û berepêş diçin. Bi wê yekê mirov xweşî û şênîtîyeke zêde dibîne.

Di Folklora Kurdî de gelek babet û şaxên cuda hene. Her yek ji wan bi serê xwe şaxekî zanistiyê ye û pir jî dewlemend e, xasma jî Gotinên Pêşiyan.

Pîvana dewlemediya Folklora Kurdî ji van hawayên li jêrêr, rind eşkera bûye:

– Di berhemên folklorî de, de gelek bêjeyên cihêawe û hevoksazî hene.
– Di berhemên folklorî de, gelek meselok û serpêhatîyên dema bihurî hene
– Di berhemên folklorî de, gelek tewrên cuda hene.
– Di berhemên folklorî de, hertim tevdîra ji bo xweparastinê heye.
– Di berhemên folklorî de, ragitin û lihevrastikirina malbatî heye
– Di berhemên folklorî de, hertim serok, berpirsyar û rispî hene.
– Di berhemên folklorî de, xasma di yên rawilan de hertim herêmeke kifş a taybetî heye. 
– Di berhemên folklorî de, ji yekê zêdetir, hevwateyên naverokê hene û tê de riyên çareseriyê pir in.
– Di berhemên folklorî de, mixabin şer, lêkdan û kuştin jî hene.
– Di berhemên folklorî de, texlît û awayên eynî çîrokê, di piraniya zaravayê kurdî de heye.
– Di berhemên folklorî de, di piraniya çîrokan de stiranên folklorî û stiranbêj hene.
– Di berhemên folklorî de, ji yekê zêdetir şaxên çîrokekê hene.
– Di berhemên folklorî de, tewr û terzên jiyana neteweyî, bi awayekî pir xurt cih girtine
– Di berhemên folklorî de, rewşa jiyana çînayetî,  perwerdekirina mirovan, xasma jî ya zarûkan tê de xweş hatine xuyakirin
– Di berhemên folklorî de, astengiyeke mezin jî li pêşberê dek û dolabên sextekaran heye. 
– Di berhemên folklorî de,  dek, dolab, xapandin û şilqatî jî pir hene.

Îcar ji ber ku ev tiştên hatin gotin tev di berhemên Folklora Kurdî de hene, dema mirov dikeve navê û dixwîne, pirî ku xweş in, mirov nikare dev jê berde.

Piraniya berhemên Folklorî, ji yekê zêdetir şax û çiqên wan hene. Wek nînak: Heft şaxên çîrokê GUL û SÎNEM hene. Şeş-heft çîrokên cuda di nava çîroka Hevberdana Qijik û Kevokê de, hene ku babeta her yekê cuda ye. 
Ji xwe di beşa Gotinên Pêşiyan de, dewlemendiyeke pir mezin heye, wek dersê rênasiyeke mezin heye, nîşandana xilasiya ji riyên şaş û xelet heye.
Îcar çi kesê ku wateya van Gotinên Pêşiyan bi awayekî kûr têbigîje, dikare wan bike wek dîwarekî ji polayê û xwe li pêşberê asîmîlasyon û  hemû êrîşên dirinde jî bipawêze.
Berhemên Folklorî bi rewşa naveroka xwe, kurt û dirêj hene. Hin ji wan pir dirêj in û hinên wisa pir kurt hene. Di wan de hin xeyal û fentezîyên derdemî hene ku aqilê mirov wan tiştan napejirîne û ne jî mikun e ku mirov karibin wan tiştan bi hêz û biriya xwe bikin. Ji ber ku ew serbest in û çewa ji wan re xweş hatiye, her wisa jî xwe berfireh kirine.
Çendî ku nayên pejirandin jî, lê helbet ev hawe, di warê vêjeyî de, xweşiyeke pir zêde jî derdixînin holê û gava mirov wan Çîrvanokan dixwîne, pirî ku xwedina wan li mirov xweş tê, mirov naxwaze dev ji wan berde.
Çewa ku em dibînin, ev e bi sedê salan e ku Neteweyê Kurd bindest e û gelek cewr û zordestî li ziman û toreya wî jî hatine kirin. Xasma jî di vê sedsala bihurî de, gelek rûdan lê hatine kirin, siqûmat û karesat û hovîtiyên pir mezin bi ser ve hatine û ew taromar kirine, lê belê wek netewe dîsa jî hebûna xwe ya nijadî heta îro jî parastiye. Ev parastin jî, bi du tiştan çêbûye:
a) Ji ber ku Neteweyê Kurd, dev ji zimanê xwe bernedaye.
b) Ji ber ku Neteweyê Kurd, dest ji Toreya xwe bernedaye.
Sedemê ku ez jî zêdetir li ser Folklora Kurdî radiwestim û dilqê wê yê erênî derdixînim pêş, ev e ku tê de girêdaneke pir xurt bi hemû pîroziyên netewî ve heye.
Niha mirov çi bixwaze, dikare wan daxwazên xwe di nava çîrok û meselok û gotinokên folklorî de bibîne.
Toreya Kurdî jî, beşek ji Folklora kurdî ye. Di Toreya Kurdî de demokratî, mirovatî, rêzgirtina li pêşberê hevûdu û biratîya kesan, bi awayekî vekirî û pir jî eşkere hatine pêşkêşkirin.

Wek mînak:
– Kurd navê kesê jixwemezintir hilnadin, ji bo rêzgirtina zilaman dibêjin:  Mamo/apo, keko, xalo, pismam, heval, bira û hwd.
Ji bo kesên ji xwe piçûktir jî dibêjin: Birazî, xwarzê.
Ji bo jinên jixwemezintir jî dibêjin: Metê, xatî/xaltî, heko.
Ji bo yên ji xwe piçûktir jî dibêjin: Xwarza, biraza.
Kesên hevjiyên hev jî, ji hev re dibêjin: Heval, bira…
Herweha di kurdî de ji pronavê yekane re, pronavê pirane jî nayê gotin. Çewa ku di zimanê tirkî de, ji yekî re di şûna ku bêje sen, dibêje siz, ev hawe di Toreya Kurdî de tune. Eger bang li Xwedê jî bê kirin, jê re pronavê yekane tê gotin.
Mesela: Dema sofîyek li mizgevtê serçok rûdine, destên xwe hevraz dike û daxwaz ji Xwedê dike, weha dibêje: Xwedê tu min ji agirê dojehê biparêzî. 
Pîvana dewlemediya çandekê, bi metodeke pir hêsan tê bipeyitîne. Ew jî ev e:
– Eger di zimanekî de daçek û tewange pir hebin, eger ji yekê zêdetir hevwateyên peyv û bêjeyan hebin, eger hevoksazî bi du-sê awayên cuda hatibin sazkirin, eger ji yekê zêdetir şaxên çîrokên folklorî  hebin, eger stiranên folklorî yên pirtexlît hebin, eger texlît û awayên meselok û leqemokên folklorî pir hebin,  bê guman ew çand pir dewlemend e û folklora xwe jî pir dewlemend afirandiye.
Îcar ji ber ku ev tiştên hatin gotin tev di çanda kurdî de hene, dewlemendiya wê pir zêde ye, Folklora Kurdî jî li wê gorê xwe berfireh kiriye, mirov di navê de diweste û nikare bigîje encamê.
Wek mînak:
– Çewa ku tê zanin, çîrokeke folklorî bi navê GUL û SÎNEM heye. Di zaravayê kurmancî de  7 şaxên vê çîrokê hene. Çi dema çîrokbêjek berî ku dev bi çîroka Gul û Sînem bike, pêşî weha dibêje: Dibêjin heft şaxên vê çîrokê hene, lê ez tenê yekê dizanim û hêj dibêje.
Îcar min jî di lêkolîna xwe de çar şaxên çîroka Gul û Sînem bi dest xistine. Lê hêj sê şaxên dî mane ku heta niha jî min salixê wan hilnedaye.
Piraniya van çîrokên folklorî, di zaravayên kurdî yên dî de jî hene.

Herweha çi neteweyê ku folklora wî tune be, ew netewe goristaneke bê kêlik e.  Lê eger folklora wî hebe û xwedîtî li folklora xwe nake, ew netewe  goristaneke bi kêlik e. Yanî neteweyê bê folklor, her mirî ye û warê wî jî her goristan e. Lê eger ew netewe xwedîtî li folklora xwe bike, ew netewe deryayeke bê kevî û bê binî ye.
Îcar ez bi îsbat û delîl, herweha bi tecrûbe û serpêhatîyên xwe weha dibêjin: Eger zarûkên Kurdan bi van tiştên folklorî kame û fêrnas nebin, wê valahiyeke pir mezin têkeve navbera nifşên niha û yên berê ku dagirtina wê valahiyê jî di pêşerojê de pir zehmet dibe.

Zeynelabidin Zinar
[email protected]
www.pencinmar.se

Back to top button