Polîtîk

Surî siyaseta imhakirina kurda rêve dibe

Hikûmet û hêzên istixbarata Sûriya siyaseta serkutkirinê li hemberî gelê kurd li rojavayê Kurdistanê bi rengekî tundtir berdewam dikin û lawên kurd yên çalak jî desteser dikin û piştira jî wan berze dikin ku heta niha bi dehan lawên kurd bê ser û şwîn bûne.

Rojnamevan Cebar Qamişlo ji Sûriya taybet ji bo rojnameya Evro diyar kir ku di heyiva gulana vê salê de li herêma Cizîrê û Kobanê nêzîkî 60 kurd piştî ku ji aliyê hêzên îmnahiyên Sûriya ve hatine desteser kirin bê ser û şûn bûne û got: (bi rengekî pîlankirî û wek siyaseta dewleta Sûriya ji bo serkutkirina gelê kurd li rojavayê Kurdistanê hêzên îmnahiyê li bajêrên kurdan heweka girtina siyasetmedar û lawên kurd dane destpêkirin û li gundan jî rojane hêzên leşkeriyên Sûrî gefa kuştin û derkirina welatyên kurd ji gund û deverên wan dikin).

Cebar her wesa diyar kir ku dewleta Sûriya wêrekiya xwe ji bêdeng bûna civaka nêvdewletî werdigirît û nebûna opozisiyoneka bihêz ya kurdan û ne yek helwîstiya aliyên siyasiyên kurd li rojavayê Kurdistanê jî zemîne ji bo dewleta Sûriya xweş dike ku li gor kêfa xwe siyaseta jinavbirina kurdan birêve bibe û got: (di rewşa niha da hîç kurdek li rojavayê Kurdistanê di derbarê paşeroja xwe de ne geşbîne.

 

(Evro)

Back to top button