Serokê Kurdistanê bi wezîra bazirganiya Swêdê ra civiya
Duhî yekşemiyê 30.05.2010ê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li Selahedînê pêşwazî li xanim Eva Björling wezîra bazirganiya Swêdê û şandeya digel kir ku ji hejmarek karsaz, veberhêner û kompanyayên welatê Swêdê pêkhatibûn.
Di hevdîtinekê de ku, Sînan Çelebî wezîrê bazirganî û pîşesaziya herêma Kurdistanê û hejmarek ji berpirsan amade bûn, wezîra bazirganiya Swêdê xweşhaliya xwe bi vê serdana herêma Kurdistanê derbirî û balkişand li ser wê yekê ku welatê wê dixwaze baştirîn pêwendî digel herêma Kurdistanê da bibeste û hejmareke zêdeyê veberhênan, karsaz û kompanyayên swêdî bêne Kurdistanê û têda kar bikin.
Wezîra swêdî got ku, ev aramiya herêma Kurdistanê jî bi piştgirtineke serekî danî ji bo encamdana karê veberhênan û wegerxistina sermayeya swêdî li herêma Kurdistanê da û hêvî xwest ku ev serdan serdaneke berhemhêner be.
Serok Barzanî bi xêrhatina wezîra bazirganiya Swêdê û şandeya digel kir û ragihand ku Swêd li pêşwazîkirina kurd de welatekî pêşeng bû, ji bo wê yekê welatê Swêd rêzekî xwe yê mezin li cem gelê Kurdistanê heye. Barzanî got ku herêma Kurdistanê dixwaze pêwendiyên digel Swêdê berev pêştir bibe, bi taybetî beyavê karsaz û veberhênan li Kurdistanê da guncawe û bi girîngiyê jî ber bi berfireh kirina astên cuda cudayên peywendiya di navbera her du aliyan de hebe.
Di mijareke dina hevdîtinê de û di bersîva çend pirsiyarekên wezîra bazirganiya Swêdê, serok Barzanî tîşk xiste li ser rewşa pêşketinên siyasiyên dawî yên Iraqê, hewlên têne dayîn ji bo pêkanîna hikûmeta nû, egerên li ber proseya siyasî û bernameya herêma Kurdistanê ji bo beşdarî kirina di pêkanîna wê hikûmetê da.
Serok Barzanî ragihand ku herêma Kurdistanê tu xetên sor li ser tu kesayetî û aliyek daneniye û y ali ba herêma Kurdistanê giring bernameya hikûmeta nû ya Iraqe ye ku divê rûn û eşkere be û mafê tevahiya pêkhatên Iraqê li ber çav bigre. Her wiha girêdayîbûna bi destûr û hevbendiya rasteqîne û misogeriya wê hevbendiyê ye.
Her wiha gengeşe kirina pêwendiyên herêma Kurdistanê û welatên cîran beşeke din a hevdîtinê bû û di vî warî de wezîra Bazirganiya Swêdê xweşhaliya xwe hember bi pêşveçûna pêwendiyên di navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê derbirî û serdana çaverêkirîya serok Barzanî bo wî welatî bi pêngavêkî girîngê di pêşxistina wan pêwendiyan da wesif kir.