Polîtîk

Serokê Kurdistanê bi fermî dawetî Misrê kirin

Li hevdîtinê de, Balyozê Misir li Iraq silavên fexametê Serok Mihemed Husnî Mubarek Serok Komarê Misir gihand Serok Barzanî û nameyekî fexametê Serok Komar û Wezîrê Derve pêşkêşî birêz kir ku di derbarê vexwendineke fermî bû ku serdana Komara Misir bike û ragihand ku hemû Misir li benda hevdîtina Serok Barzanî ye û dixwazin pêwendiyeke xurt li gel Herêma Kurdistanê da bibestê û eve jî ragihand ku hîkmet û dûr dîtina Serok Barzanî mîsogeriye ji bo aramî û proseya avadankirina Herêm û her wiha behsa wê pêşketinan jî kir ku hemû waran de Herêma Kurdistanê hatiye holê. Hêvî xwest ku Misir rolekî xwe yê bi bandor li vê proseyê da bibîne û amadehiya Hikûmet û kompanyayên Misriyan jî ji bo beşdarîkirina avadankirina Kurdistanê da derbirî. Ji bo vê mebestê jî balkişand li ser wê yekê ku li derfetekî nêzîk da Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziyê Misir bi Serokayetiya şandekî mezinê karsaz û kompanyayên Misrî serdana Kurdistanê bikin.

Li beramber da, Serok Barzanî ji bo vê vexwendina fermî spasî fexametê Serok Mihemed Husnî Mubarek Serok Komar û Wezîrê Derveyê Misir kir û ragihand ku li derfetekî nêzîk da vê serdanê encam dide û ragihand ku dergehên Herêmê li ber veberhênana Misrî da vekiriye û amadehiya Herêmê jî li pêşkêş kirina hêsankariyên pêwîst derbirî.

Li mijareke dinê vê hevdîtinê de, rewşa îro ya Iraq û hewlên pêkanîna Hikûmeta nû hate nirxandin û li vî warî de Serok Barzanî balkişand li ser girîngiya beşdarî kirina sercem aliyên siyasiyan li pêkanîna Hikûmeta nû da bi bêyî îhmal kirina tu pêkhateke Iraqê û Balyozê Misir jî tekîd li ser berdewambûna siyasetên Misir beramber bi Iraq û piştevanî kirina li rûyê siyasî û ewlehiyê ve kir.

Back to top button