Kultur

Sînemxan Celadet Bedirxan bû Seroka Rûmetê ya Navenda PENa Kurd

Di kongreya Navenda PENa Kurd ya ku di vê hefteyê de hate li darxistin de Sînem Celadet Bedirxan wekî seroka rûmetê ya PENa Kurd hate hilbijartin.

Navenda PENa Kurd kongreya xwe ya 7´mîn li bajarê Königswintera Almanyayê li dar xist. Di kongreya 21´ê gulanê de dest pê kir û di 23´ê yê gulanê de qediya, hem birêveberiyeke nû hate hilbijartin û hem jî hinek biryarên ji bo pêşdebirina xebatan jî hatin girtin.

Nîqaşa ´tohmeta´ ku PENa Kurd bi girêdana partiyên kurdan ve tê nîşandan yek ji xalên kongreyê yê herî li ser danûstand hatin kirin bûn. Hate bilêvkirin ku nivîskarên kurd yên ji her çar parçeyên welêt û ji dîtinên pir cure yên siyasî yê beşdarî kongreyê bûne, dibin destnîşana wê yekê ye ku îdiayên ji derve têne kirin ji rastiya kar û xebatên PENa Kurd dûr in.

Digel guherandina hinek xalên rêziknameyê, nîqaşek din ya kongreyê rexneya kêmbûna endamên PEN´ê û beşdariya kêm ya endaman ya kongreyê bû. Di vê derbarê de biryar hate standin ku nivîsgehên PENa Kurd yên li welatên cuda di vê çarçoweyê de xebatên xwe gurtir bikin. Li ser pirsgirêka darayî ya Navenda PENa Kurd, hate gotin ku digel  delfetên aborî yên kêm di qada navneteweyî de PENa Kurd gavên mezin avêtine û ji bo gavên mezintir wê çav li rêbazên bidestxitina aboriyeke baştir ya PENa Kurd were gerandin.  Xaleke giring ya kongreyê li ser malpera wan bû. Biryar hate standin ku malpereke li gora pêdewiyên demî were çêkirin.

Ji bo serokatiya kongreyê di encama yekdengiyê de tenê serokê berê yê PENa Kurd Dr. Zerdeşt Haco wekî namzet hate destnîşankirin û bi hilbijartinê jî dîsa serokatiya wî ya PEN´ê hate nûvejenkirin. Ji bo desteya birêveberiya PENa Kurd jî Bêrîvan Dosky, Bedredîn Salih, Mîrhem Yigit, Kakşar Oremar wekî yedek jî Evdileh Hîcab, Necîb Balayî hatin hilbijartin. Digel daxwaza bi israr, ji birêveberê kevin yê PEN´ê Mistefa Reşîd xwe nekir namzetê birêveberiyê.

Ji hêla din ve kongreya PEN´a Kurd, keça rewşenbîrê kurd Celadet Alî Bedirxan, Sînemxan Celadet Bedirxan wekî seroka rûmetê ya PEN´a Kurd hilbijart.

©  Celadet.com

Back to top button