Polîtîk

Malikî jî hate Kurdistanê

Li Firokxaneya Navdewletiya Hewlêr ji aliyê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û Dr Roj Nurî Şaweys Cîgirê Serokê Encûmena Wezîrên Iraqa Federal û Mesrûr Barzanî Serokê Ajansa Parastina Asayîşa Herêma Kurdistanê û Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê ve hate pêşwazî kirin.

Paşê li civîneke di navbera her du birêzan Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û Dr Nurî El Malîkî Serok Wezîrên Iraqa Federal birêveçû ku têda pêwendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal û çawayiya têkilî kirina li gel pirsgirêkên helawestiyên di navbera wan de hate nirxandin. Her wiha paşê bi serpereştiya Serok Barzanî û Dr Nurî El Malîkî Sekreterê Giştî ya Hizba De’we, her du mekteba siyasiya hizba De’we û Partiya Demokrata Kurdistanê civiyan û têda qonaxa piştî hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê û wan hengavên ji bo pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê ku pêwîstin bêne avêtin guftugo kirin.

Her du alî jî biryarê dan ku civînên bi vî awayî berdewamiya xwe hebê. Ji aliyê Hizba De’we ve Sadiq El Rukabî, Hesen El Sinêd û Yasîn Mecîd, ji aliyê Partiya Demokrata Kurdistanê ve jî birêz Fazil Mîranî Sekreterê Mekteba Siyasî, Dr Roj Nurî Şaweys, Mesrûr Barzanî û Mehmûd Mihemed Endamên Mekteba Siyasî amadehiya vê civînê bûn.

Back to top button