Mona Sahlin li Hewlêrê serdana parlamentoyê kir
Duhî seroka Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê Mona Sahlin û şandeya pê re li avahiya parlametoyê serdana serokê parlamentoya Kurdistanê Kemal Kerkûkî kir.
Di hevdîtinekê de seroka Sosyal Demokrat a Swêdê Mona Sahlin kêfxweşiya xwe bi serdankirina parlamentoya Kurdistanê nîşan da û amaje bi têkiliyên navbera gelê Kurdistan û Swêdê kir. Di heman demê de hêvî kir ku têkiliyên navbera Herêma Kurdistan û Swêdê di hemû astan de pêş bikevin.
Paşê serokê parlamentoyê Kemala Kerkûkî di axaftinekê de rola hikûmeta Swêdê di alîkarîdayîna gelê kurd de di demên zehmet de, bilind nirxand. Kerkûkî bi kurtî li ser kar û pêkhateya neteweyî, olî, hizbî û aliyên siyasî yên nav parlamentoya Kurdistanê jî axivî û amaje bi wê çendê kir ku ji%36’ê parlamenterên Kurdistanê jin in.
Di dawiyê de jî Sahlinê matmayîna xwe bi rêjeya wê jinan di a parlamentoya Kurdistanê de nîşan da û diyar kir ku rêjeya jinên parlamenter li Kurdistanê zêdetir e ji rêjeya jinên di parlamentoyên welatên ewropî de.
pukmedia