Ciwanên Kurdistanê
Tevgera cuwanê Kurdistan ê gurubek bibîr û bawerî ya Kurdistanek azad û serbixwedene, ev gurup li bakûrê Kurdistanê de valatîya xwedî derketina nirx û netewperverî yê dit.
Jibon kû ji nuvre lêxwedîderketina nirx û bilindkirina daxwaza serxwebûnê li qada polîtîk, ya herî girîng ji bo hişmendîya netewî bibe serdest.
Tevgerîyan û hatin gel hev, cuwanê Kurdistanê teqrîben ji banzdeh kesen xort di bin navê Tevgera cuwanê Kurdistan ê ava kirin komela xwe, ev xortana, berî heman tiştî lêkolînê li tevger û şexsîyetî kirin, ji bon kû diroka xwe baş zanibin.
Bingeha piskirêka xwe ji kû digre û ev pisgirêk çawa derket holê. Di encama vê xebata lê kolînê de.
Me biryar da kû rêxistinê belav bikin, me xwe di ber dewama “ Hêvî “ ya telebê di sersala qirnê bista hatibû avakirin , berdewama vê cemîyetê dit. Li diroka serokê Kurd u Kurdistanê em li mîrateya wan xwedî derdikevin.
Din av wan serok û rêberan de, ê kû piratika xwe, di partîya xwe de derketîye pêş nemir, Mele Mustefa Berzanî ye , tekoşîna wî, jiyana wî, ji xwe re numune digrin, li rêbaza wî de dimeşin.
Heta neha gelek tevger hebûn lê ev nedihat ser meneya tevgereke netewî, ev daxwaz divê kû bê şik be, bê guman serxwebûnek Kurdistanînin.
Di vî warî de Axa me. Ala me, zimanê me, b, siruda meyî Ey reqip, xet ê meyî sor nayê niqaşkirin. Em tu herekatan netewî nabînin, ev kêmasî li Bakûrê Kurdistanê heye, me pevedî dit, ku em xwe li ser van rêxistinan dibinin.
Di encama vê biryarê da li diroka koma sazîyên Tirkîye de cara yekem navê Kurdistanî tê de derbas dibe .
Piştî encama vekirina komelê xebatê rêxistînî li Qoserê, Cizîra botan, Silopî, Sêrtê heta neha me penç komele ava kirin. Nûnertî ya me li Avrupayê û li Rojava heye. Komele weka dibistaneke Kurdî dibinîn, li ser dirok , wêje, Ziman qurs û semîneran didin, Tevgera cuwanên Kurdistan ê biryara sê emîn qonferansa cuwana li her çar perçê Kurdistanê ve girêdayîne, li ser navê Tevgerê hevalekî me di qomîte ya amedakarî de cih girt û di vê qonferansê de nûnerên, j, çar perça nûnere heftêûşeş perça cih girtibû. Ev qonferans salê çûyî li qampa Domis hat li dar xistin. İsal jî em amadekarîya qonferansa çar emîn dikin .
Li bajarê Helepçe wê bê li dar xistin, armanca me ewe kû cuwanê çar perçê Kurdistanê bên gel hev bicivin di bin siwana Tevgerê ji bo yek armanca netewî.
Dewleta dagirker bi madeyên xoşbir, bizorkirina casustîyê dixwazin kû durî pirsgirêka civakî û netewa xwe dur bixin, ew dagirkerên em fam dikin kû ji bo çi wusa dikin, bes em mannê nadin rêxistin û hereketê Kurda em fam nakin , berî her tiştî wek obje dibînin, yê kû kedê didin ev tê girtinî
Ên li serê çiya, kolana tên kuştin, lê mixabin li tu ciyan tesîra wan nîne, cuwanên Kurd bi bandora ku ew tevgera di navdenin xwe hêsan his dikin. Wek sosyalista, îslamî, liberal, dibînin , êdî şerm dikin kû bêjin em Kurdin Kurdayetê dixwazin.
Dozame dozek netewîye, divê em xwe binavkirina Kurdayetê serbilindbin, divê kû xebatek polîtîk bikin û cuwan li diroka xwe xwedî derkevin.
Li diroka xwe vegerin li daxwaz û nirxên xwe yî netewî xwedî derkevin.
Ya din jî beranberî polîtîkaya dagirkeranevê me behsa wan kir bi taybet j, bo madeyên hişbir xelas bibin, me , piroje amade kirine girêdayîyê rêxistinê yektîya Avrupa em dixwazin van projeyên xwe finans bikin û têxin piratîk ê..
Em Tevgera cuwanên Kurdistan ê ji heman Kurdan re serxwebûn û azadîyê dixwazin, di dilê wan de.
Heskirîyê nirxê netewî hebe derîyê me ji wan re vekirîye . Ji bir nekin kû êş û azarê em dikşinin bi bê dewlebûna me ye, xelasîya me bi hev girêdayî ye..
ZînDîncer