Polîtîk
8. Pêşangeha Navdewletî ya avadankirinê li Hewlêrê hate vekirin
Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê 8 emîn Pêşangeha Avadankirin û Înşaatê ya Navneteweyî bi beşdariya ji 21 welatan 350 kompanyayan hate vekirin.
Di Pêşangehê de betona berdest, seramîk, amûrên malê û amûr û malzemeyên înşaatê yên ku bi teknolojiya herî dawîn hatine çêkirin, li pêşangehê de hatin nîşandan.
Pêşangeh ji aliyê Sînan Çelebî Wezîrê Pîşesazî û Bazirganiyê Kurdistanê, Newzad Hadî Parêzgerê Hewlêrê konsolên çendîn welatên biyanî ve hate vekirin.
Pêşangeh dê di 17 ê gulanê roja şemiyê di demjimêr 20.00an de bi dawî bibe.