Polîtîk
33 Saziyên sivîlên Sêrtê PKK şermezar kirin
Berî çend rojekî li qezaya Şîrwana bajarê Sêrtê ji aliyê PKK ve çendîn seyareyên barhilgir û makineyên kar hatibûn şewitandin û 33 saziyên sivilên bajarê Sêrtê vê çalakiya PKK şermezar kirin.
33 saziyên sivilên bajarê Sêrtê li daxuyaniyeke taybet de vê çalakiya PKK ya şewitandina 3 makineyên kar û 2 seyareyên barhilgir şermezar kirin. Daxwaz kirin ku pêvajoya aştiyê û çareseriyê berdewam bibe û ev rewşa aram ya welat bê parastin.
Her wiha daxuyaniyê de hatiye gotin ku sabote kirin û têkdana vê pêvajoya çareserî û aştiyê ji aliyê kî ve bê kirin bi tundî şermezar dikin û didîn zanîn ku em xwediyê li vê pêvajoya aştiyê derdikevîn û dixwazîn ev aramiya welat heta hetayê berdewam bibe.