Polîtîk

Elawî hêvî xwest ku Barzanî rola xwe li paşaroja Iraqê de bibîne

Îro sêşem 15.04.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Dr Eyad Elawî û şanda li gel kir.

Li hevdîtinê de pêvajoya siyasiya navçeyê û rewşa nebaşa emnî û siyasiya navxweya Iraqê bi giştî xistiye ber behs û guftûgoyê û her wiha pêvajoya nehemwarê parêzgeha Enbar jî hate nirxandin. Kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexda û hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê mijareke dinê vê hevdîtinê bû û her dû alî tekez li wê yekê kirin ku pêvajoya siyasiya Iraqê gihîştiye binbest û pêwîste guhertineke bingehîn li sîmaya siyasiya Iraqê rû bide. 

Her li vê kombûnê da şanda mîhvan daxwaz ji Serok Barzanî kir ku rola xwe li guhertinên paşaroja Iraqê û rastkirina pêvajoya siyasî da bibîne.

Back to top button