Civak

Serokê Kurdistanê Çarşema Sor pîroz kir

Bi helkefta hatina cejna serê sala Êzdî, cejna Çarşema Sor, pîrozbahiyekî germ li hemû xuşk û birayên Kurdên Êzdî li Kurdistanê û cîhanê dikim.

Kurdên Êzdî mînakeke diyar li berxwedan û xweragiriya gelê me ne ku ji bilî wan hemû hewlên ji bo qîrkirinê wan karîne gelek azayane bergiriyê bikin û zulm û zordariya rejîmên Iraqê nekarîn nasnameya Kurdayetiyê ji wan jê bibin.

Bi mixabinî li piştî rûxana rejîma Be’es jî hê jî hinek kes hebûn ku hewl didan Kurdê Êzdî ji nasnameya Kurdayetiyê dûr bixin lê belê Êzdiyan bi şanazîkirina wê nasnameya Kurdayetiyê ve bersîva wan hewlan jî da û ez bawerim tu hewlek nikarê Kurdên Êzdî ji gelê me veqetîne.

Hêvîdarim ev cejin û hemû bîranînên we li sayeya azadî û aramiyê da bi xweşiyê bi ser bibin û herdem li şadî û aramiyê da bin.

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

15/04/2014

Back to top button