Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmate herêma Kurdistanê, roja 14ê nîsanê 2014ê li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Karsen Demeterî cîgirê wezîrê aborî û samanên xwezayî yê hikûmeta Bulgaristanê ku, bi serokatiya şandeyeke bazirganî serdana herêma Kurdistanê kiriye, kir.
Şandeya bulgarî behsa amanca serdana xwe ya bo herêma Kurdistanê kir û got ku, ew dixwazin di warên cuda de têkeliyên xwe bi herêma Kurdistanê re berfireh bikin û diyar kir ku, heta nuha 10 kompaniyên bulgarî ofîsên xwe li herêma Kurdistanê vekirine, senterê bazirganiyê Bulgaristanê li Hewlêrê hat vekirin. Wezîrê bulgarî ew yek jî diyar ku, amadekariyên vekirina konsulxanyê bidawî hatine û hikûmeta Bulgaristanê di van nêzîkan de dê konsulxaneya xwe jî bi fermî li Hewlêrê veke û tekîd li ser giringiya destpêkirina geştên asîmanî yên raseterast navbera Kurdistan û Bulgaristanê kir.
Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve kêfxweşiya xwe li hember serdana cîgirê wezîrê aborî û samanên xwezayî û şandeya pê re bo herêma Kurdistanê û vekirina senterê bazirganiyê Bukgaristanê li Hewlêrê nîşan da û got ku, piştî serdana serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bo Bulgaristanê, têkeliyên her du aliyan bi awayekî ber bi çav pêşde çûne.
Li dor vekirina senterê bazirganiyê Bulgaristanê li Hewlêrê, Mistefa got: ”Ev yek ji bo pêşxistina têkeliyên aborî navbera her du aliyan pêngaveke giring e. Hikûmeta herêma Kurdistanê hertim dê ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyan di warên cuda de, hevkar û alîkar be. Amadekariyên vakirina konsulxaneya Bulgaristanê bidawî hatine û divan nêzîkan de dê bi awayekî fermê bê vekirin.