Kurdistan pêwîstî bi me ye
Wiha hêdî hêdî nêzîkî roja dengdanê dibîn, roja hilbijartina qewareyên siyasiyan û kandîdên wan yê Parlemena Iraqê û Encumena Parêzgehan. Roja biryardana li çarenûsa 4 salên pêşiya me ji bo xwe û zarokên xwe, roja bilindkirina dengê şehîd û enfalkiriyên me, ku bi navê îro da bûne qurbanî û li sayeya xwîna wan daye dikarîn azadane bikaranîna mafê dengdanê ya li Parlemena Iraqê beşdar bikîn.
Îro dema ewe nîne sistî û dû dilî nîşanbidin beramber beşdarkirina me ya li proseya dengdanê, belku dema eweye li rêya dengên xwe ve daxwaza mafên xwe yên hatine xwarin bikîn û bergiriyê li xwe bikin.
Li vî demî de her em hemû Pêşmergeyê vê axê bin, ji bo bergirî kirin û ceng kirina li gel antî Kurdistaniyan da dengên me tivingê destê meye, ji bo wê yekê bila pêkve bi wê tivinga bi hêzve rûbirûyê dijminên xwe bibîn.
Em Kurd herdem mîlletekî dilsoz bûne ji bo neteweya me û tiştek nekariye rêgir bê li ber Kurdperweriya me da. Em hatin enfalkirin, kîmyabarankirin, hatîn bombebaran kirin, asîmîlekirîn, me koçber û sirgun û nefî kirin, lê belê li gel wan hemûyan jî nekarîn Kurdbûna me ji nav bibin. Bi yek bûn û yekgirtin li pey dîroka sala (1991) ewe heta weku îro me karî bibîne xwediyê çendîn destkeftên mezin, ji bo wê yekê ji bo parastin û bihêztirkirina wan destkeftan, bila pêkve bi serbilindî û coşî ve roja dengdanê berev sindoqên hilbijartinan biçin û dengê xwe bidîn, Kurdistan pêwîstî bi me ye û em jî bi Kurdistanê ve Kurdîn û dengê me dengê Kurdistane.
Lîza Felekeddîn Kakeyî