Nivîsar

Ji doza Kurdistan Stêrek xurijî!

M. Sidîq (Îsa, Alan Mîro Palew) di 15-01-1959 an de ji dayik bû, di 11-04-2014 an de li Stockholm`ê ji ber nexweşîya penceşêrê jîyana xwe ji dest da.

Sidîq, endamê PDK-T/KUK bû. Piştî Cûnta Leşkerî ya 1980 li Tirkî pêk hat, wek gelek welatperwerê Kurd, wî jî Bakurê Kurdistanê i cîh hîşt, berê xwe da xerîbîyê. Pêşî li Başûrê Rojavayê Kurdistanê demekê ma, piştre li Swêdê bi cîh bû û li wê derê çû ser dilovanîya xwe.

Mihemed Sidîq, ji malbatek rewşenbîrên Kurd yê Melayên Medreseyan tê. Bavê wî Mele Mihemed, Melayekî Medreseya olî ya Kurdî bû. Ew jî bi berhemên Melayê Cizirî, Feqiyê Teyran, Ahmedê Xanî û yên din perwerde bû û şoreşa Berzanî wek hêvîyek rizgarîya Kurdistanê didît.

Bi avabûna PDK-Tyê re Mele Mihemed yek ji yê pêşî bû ku, bû endamê wê. Heta ku jîyana xwe ji dest da, li Qosar û herêma Mêrdînê tekoşîna xwe ya rêxistinî berdewam kir.

Mihemed Sidîq, ji zarotîya xwe de, di civîn û şevbihêrkên hevalên bavê xwe de, ket zanîna bindestî û perçebûnîya Kurdistanê. Ji xwe jîyana wî ya mal û gund tev bi Kurdî bû, lê dersên dîrok, çand û hunera Kurdî jî ji şevbihêrkên hevalên bavê xwe disitend.

Mela, şêx, axa û rêncberên welatperwer û endamên PDK-T yên li hev dicivîyan, him civînên xwe pêk dianîn û him jî zanîn, hest û hunerên xwe bi hev re parve dikirin.

Sidîq jî wek her zarokên malbatek welatperwer û partîvan, para xwe ji van civînan werdigirt û hestê wî yê neteweyî pêşde diket.

Her çend ku her tiştê bi Kurdî qedexe bû jî, ji bo parastina xwe ya li hember rejîma Kemalîst ya tirk, ji bo naskirina rejimê û tekoşînek dijber ya xurttir, hemû welatperwer û bi taybet melayên welatperwer dixwestin zarokên xwe bidin xwendin. Lê ji bo îmkanên madî yên kêm, dibistanên bêpere yên razanê dibijartin.

Pêşî Sidîq şandin dibistana Îmam Xetîp ya razanê. Ji bo bi mamoste û xwendekarên nîjadperestên tirk li hev nekirin û Kurdparêzî kirin, ew û hevalên wî yên welatperwer ji dibistana razanê hatin dûrxistin.

Sidîq dibistana Lîse li Qoserê berdewam kir. Di demek ku tevgera Kurd di nava ciwanên xwendekar de belav dibû û di warê legal de jî xwe rê dida. Wê demê Sidîq, tevlî komek hevalên xwe, Komela Çanda Ciwanên Şoreşgêr (DGKD) ava kir û heta Cunta Leşkerî her cûre xebatên eşkere û veşartî meşand.

Di wan salan de Sidîq, bû endamê PDK-T.  Ji bo ku di kar û xebata xwe de dilsoz, bawermend û giran bû pir zû di rêvebirîyê de bilind bû.

M. Sidîq, weke sibê wê Kurdistan rizgar bibe, di kar û xebata partîyê de bi kelecan û çalak bû. Xwe ji tu xebat û çalakîya partîyê bi şûnde nedida. Geh di nav ciwanan de ajîtasyon û propaganda dikir, geh di rêxistinîya gel ya li tax, qehwexane û gundan bû. Geh di xebata perwerdehîyê de bû, geh di çalakîya mafparastina karker û gundayan de bû. Dema vala ba jî pirtûkên pêwîst dixwend.

Rêya mafê gelê Kurd û rizgarîya Kurdistan, ji bo Sidîq zelal û rohnî bû. Tu demê jê re şik û dudilî çê nebû.

Sidîq, merivekî demokrat bû û ji şer hez nedikir; lê li hember kesê çavsorî bikira karê xwe û bixwesta bi zorê tiştekî pê bide qebûlkirin, bi hêrs, bêtirs û bêtawîz bû. Li hemberî mêtinkar û neyarê gelê Kurd, heta rizgarîyê her rêbazên tekoşîn mafdar didît.

Wî ji ziman, çand û hunera Kurdî hez dikir. Hemû jîyana wî bi Kurdî bû.

Ew ji xayinên Kurd dikerihî û nefret dikir. Wî yekîtîya kes, rewşenbîr, rêxistin û partîyên Kurd yê her çar perçeyan dixwest. Wî mafê demokrasîya raman, rêxistinî û haweyên tekoşînê diparast.

Sidîq, bi kesayetî û rûmeta xwe, endamê civata Kurd û perçakî her hêjayî û hebûnîya Kurdistan bû; loma Kurd û Kurdistan rûmet û hêjayîyek xwe yê din jî wenda kir.

Heval û hogirê dilsoz û delal, tu rehet razê; ciwanên nuh yên zana û çalak gîhane, wê ala ku te girtibû dest xwe wê bilindtir bikin!..

Xidir Uso/Netewe

Back to top button