Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê îşev 13.04.2014 demjimêr 22:00 ya li bernemeya Bi Saraha ya Zina Yazicî ya televizyona Sky News Arabia ya Britanî hevpeyvînek pêkanî û têda ragihand ku “Herêma Kurdistanê berev yekîtiyekî konfederalî li gel Iraqê diçe û dewleta Kurdî ya serbixwe jî birêveye”.

Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevpeyvînê da tekez kir ku “Bi dilniyayiyê ve dewleta Kurdistanê birêveye” û got: “Ji niha de tenê li Herêma Kurdistanê dibe”.
“Divê helên peymana Sayks Pîko bêne çareser kirin û divê dûbare navçe vegere sirûşta xwe ya rastîn ji ber ku beşeke wê neteweyê bi zorê ji hev hatine cûdakirin”.
Serokê Herêma Kurdistanê dibêje: “Kes nikarê rêgiriyê li me bike ji bo ragihandina dewleta Kurdistanê, lê belê em dixwazin bi diyalog û hevdûtêgihiştinê bê neku şer û xwînrihtinê be”.  “Diyarkirina dema dewleta Kurdî zehmete, lê belê ez bawerim li paşarojê de Kurd dewleta xwe ya serbixwe dibe”. 

Nêrînek

  1. BiRez Mesud Berzani.Ere Serxwebun Amac u Hestuye me Tevayi Kurd yi.gi Welat Paraze.Ema Tisteki din Heyi veya ji bir neke u be veya ji,Serxwebuna tu Devere Kurdistane ne Mumküne.Bere her Tisti,mecburu Kerkuk u Xanikin Sengal,heri Wek Devere li Dervi Kurdistane Mayi.Mecburu gerek Ew Devere ne bi Kurdistane re bibe Yek u di Dure Serxwebuna Percaki Kurdistane Ben Ilan Kirin we Caxe we Wata we hemi u we di ce xwede u we bi Serkeftibe.Ama Kurdistana Bajur hin Nezi Nevye di Bindes te Hukumeta Iraqe deyi.eve Tiste anhka Bi Rez Tu Dive ji. Ez Bawerin hin Dema we ne hatiye.Kengi Kurdistana Bajur Gistik bu Yek we Caxe Sexwebun Helal dibe.Selav u Hurmet

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: