PDK bo PYDê: Eger we ne ji bo qeçaxçîtiyê be werin deriyê Sêmalka vekiriye

Çavkaniyeke rojnamevaniya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) derbarê kolandina xendeqa di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de ragihand ku ew xendeq ji bo parastina asayişa Herêma Kurdistanê tê kolandin.

Ew çavkanî di daxuyaniyê de dibêje: ”Ev çend rojin berpirs û ragihandinên ser bi PYDê ve derewan li dijî PDKê belav dikin û dibêjin ku PDKê xendeqan li ser sînorê Rojava dikole.”

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin: ”PDKê ti têkiliyeke wê bi wan tedbîrên ewlekariyê yên li ser sînor ve tine ye û hikûmeta Herêma Kurdistanê û dezgehên leşkerî û ewlekariyê yên hikûmetê biryar didin bê çawa Herêma Kurdistanê sînorên xwe ji gefa terorîst û qaçaxçiyan biparêzin.”

Çavkaniya rojnamevaniya PDKê herwiha got: ”PYDê û siyasetên wê bûne pirsgirêk ji bo gelê Kurd li Rojava û bi fermana neyarên Kurdan her roj axaftinên bê bingeh rastî PDKê dikin û dixwazin di rêya wê re şikestina reftar û siyaseta xwe li Rojava veşêrin.”

Çavkaniyê diyar kir: ”PYDê hevpeymaniyek ligel neyarên Kurdistanê girê daye û di berjewendiya rejîmê de şer li ser gelê Kurd sepand.”

Di daxuyaniyê de herwiha hatiye gotin: ”Deriyê Sêmalka bi awayekî  fermî hatiye vekirin, lê bi dirêjahiya 17 km sînor valaye û terorîst ku hevpeymanên hevpeymana PYDê ne bi hêsanî dikarin derbasî Herêma Kurdistanê bibin û ziyanê bigihînin asayişa herêmê.”

Her derbarê xendeqê de, çavkaniya rojnamevaniya PDKê tekîd kir: ”Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek baş dizane çawa sînorên xwe biparêze û ji bo vê yekê jî destûr û moletê ji kesî naxwaze.”

 

Di dawiya daxuyaniyê de, ew çavkaniya rojnamevaniya PDKê dipirse: ”Eger mebesta PYDê ne qaçaxçîtî yan hêsankarî ji bo terorîstan be, ji ber çi di rêya yasayî û resmî re ku Sêmalka ye hatin û çûnê nakin.” (kdp.info)

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: