Polîtîk
Daxwaz dike pirsa kurd bi timamî bê çareser kirin
Serokwezîrê Kurdistanê serkeftina hilbijartinên şaredariyan li Tirkiyeyê li serokwezîrê wî welatî pîroz kir.
Bi minasibeta serkeftina hilbijartinên şaredariyan li Tirkiyeyê ku, di wan hilbijartinan de AK Parityê yekemîn bû, duhî roja duşemiyê 31.03.2014ê, di peywendiyeke telefonî de digel Receb Teyîb Erdogan serokwezîrê Tirkiyeyê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê serkeftina hilbijartinan li Erdogan û gelên Tirkiyeyê pîroz kir û hêvî kir ku, bi serkeftina AK Partiyê Tirkiye di waê geşkirina aborî, siyasî û demokrasiyê de pêngavên mezin pavêje û pêvajoya çareserkirina aşitîyaneya pirsa kurd li Tirkiyeyê bi encam bigehe û pirsa kurd li Tirkiyeyê bi timamî çareserr bibe.