Serok Barzanî pîrozbahiyê li BDP û Erdogan kir
Bi helkefta hilbijartinên Bajarvaniyan Tirkiye Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi dû peyamên cûda de pîrozbahiyê li BDP û li Serok Wezîrê Komara Tirkiye kir
Xuşk û birayên birêz li BDP
Bi helkefta birêveçûna hilbijartinên bajarvaniyên Tirkiye û serkeftina we ya li proseya hilbijartinên bajarvaniyên Bakûrê Kurdistanê germtirîn pîrozbahiyên xwe û Herêma Kurdistanê bi we radigihînim.
Cihê xweşhaliya me ye doza gelê Kurd li Bakûrê Kurdistanê li rêya xebata siyasî û demokrasiyê xwe roj bi roj berev pêşve diçe. Bêguman ev destkeft bi sedema xebata aştiyane û demokratiyane pêktên ku bihadar û bi bandorin û dibê sedema kûrtirbûna tebayî û birayetî û pêşketinên zêdetir.
Hêvîdarim ev serkeftina we hemû aliyek han bide proseya çareseriya aştî li Tirkiye bihêztir bibe û Herêma Kurdistanê jî li vê rêyê da piştgiriya xuşk û birayên xwe yên li Bakûrê Kurdistanê dike.
Bi hêviya paşarojeke geş ji bo gelê me
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
31/03/2014
Birayê birêz Receb Tayib Erdogan Serok Wezîrê Komara Tirkiye
Silavekî germ..
Bi helkefta serkeftina proseya hilbijartinên bajarvaniyên Tirkiye û her wiha serkeftina Partiya Dad û Geşepêdan(AKP) li van hilbijartinan de germtirîn pîrozbahiyê li gelê Tirkiye û we yên rêzdar dikim.
Bêguman ev hilbijartin ji bo pêşxistina bingehên demokrasî û desthilata gel, hengavekî gelek girîngê Tirkiyê bû. Ji wê yekê bawerim ku encamên vê hilbijartinê bandora xwe li ser bihêztirkirina proseya aştiya li Tirkiyê dike. Hêvîdarim aştî û birayetî û geşbûn li Tirkiyê bihêztir bibe û peywendiyên birayane û dostaneya li navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de roj bi roj berev pêşve biçe.
Hêviya serkeftin û selametiyê ji bo we dixwazim
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
31/03/2014