
Cîgirê Serokê AK Partiyê Prof. Dr. Hasan Basrî Yalçın di bernameyeke zindî ya ku ew beşdar bû de daxuyaniyên ku dê di rojeva siyasî de bandorê bikin da. Yalçın diyar kir ku tevlîbûnên nû yên partiyê dê berdewam bikin û destnîşan kir ku, dê nêzik de şeredariyek dina mezin tevlî AK Partiyê bibe.
Yalçın helwesta Serokkomar Recep Tayyip Erdogan a li ser vê mijarê bi bîr xist û got, “Serokê me got ku deriyê me vekirî ye, em li bendê ne. Ez navan nadim, lê şaredariyek ya bajarek mezin di rêzê de ye. Em ê pir zû vê bibînin,” bi vî awayî îşaret bi veguhestinek nû kir.


