
Serokwezîr Mesrûr Barzanî Îro 25ê Tebaxa 2026an, peyamek derbarê Enfala Badînanê de belav kir û ragihand: “Îro di 38emîn salvegera operasyonên bednav ên Enfala Behdînanê de, em bi rêz û hurmet qurbaniyên wê jenosîdê bibîr tînin. Divê hikûmeta federal qerebûya kesûkarên hemû qurbaniyan bike, em jî pabend in bi xizmetkirina zêdetir a kesûkarên şehîdan û enfalkiriyan.”
Dengê peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî:
Îro di sî û heştemîn salvegera operasyonên bednav ên Enfala Badînanê de, em bi rêz û rûmet hemû qurbaniyên wê tawana hov bibîr tînin ku di qonaxa dawî ya vê operasyona hovane û jenosîdê de, rejîma berê ya Iraqê bi hezaran mirovên bêguneh ji pêkhateyên cuda yên devera Behdînanê şehîd û bêserûşûn kirin. Herwiha bi sedan gund û zozan wêran kirin ku di encamê de dehhezaran kes aware û derbeder bûn.
Di vê yada xemgîn de, em careke din tekez dikin ku divê Hikûmeta Federal a Iraqê qerebûya hemû kesûkarên qurbaniyên tawana jenosîda Enfalê, kîmyabaranê û hemû qurbaniyên destê rejîma berê bike. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî wek her dem, pabendbûna xwe bi xizmetkirina zêdetir a kesûkarên şehîdan û enfalkiriyan dûpat dike.
Silav li giyanê pak ê qurbaniyên jenosîda Enfalê û hemû şehîdên Kurdistanê.
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
25.08.2026


