Heger jin jiyan be, mêr çine??? PWK û HAK-PAR

Şad û kêfxweş bûm ku ev ê bibe sersedema gav avêtina bi hevre karkirina van partiyên me jî.

Bûbê Eser
Gotina jin jiyan e pir xweş û bi wateye. Bi wayete ji ber ku jin diafirîne. Jin dixuliqîne, jin distirî ne. Çi dema behsa jinê dibe, avakirin û ji malwêraniyê xelaskirin û anîna jiyaneke nû tê bîra me re.
Li seran serê cîhanê jin bi hêjayî û hebûna xwe, bi zanîbûn û bi afirandinên xwe bûne jiyan. Dema ku jiyan jî jin be, divê qîmet û rûmeta wê jinê bê girtin.
Di tevgerên azadîxwaz de jin tune be, azadî pêk nayê. Di tevgerên ji bona azadiya welatekî ji bin destê kolanyalîzmê xelaskirinê de jin tune be, zehmete ku ew gel bikaribe zîncîrên koledariyê biqetîne.
Lê di tevgerên bakurê Kurdistanê de yên doza miletê xwe, azadî û serxwebûna wî dikin û dikirin ya niha de jin û ciwan ya tune ne, ya jî gelekî kêm in. Lê çi dema jin hebin, ciwan jî peyde dibin. Li gor min di tevgerên kurdistanî de kêmaniya ciwanan ji ber tunebûna jinê ye.
Me bihîst, dît û xwend ku wê jinên PWK û HAK-PARê roja jinê ya 08.03. 2026an bi hevre pîroz bikin. Heger ez ne şaş bim ev ê bibe care yekem ku jinên du partiyên me yên kurdistanî wê bi hevre roja xwe pîroz bikin. Çi tiştekî xweş e ku dê vê bikin ku ev jî yek ji daxwazên min e.
Ev gav dikare bibe pêngava ewil ya ji bona bi hevre karkirina herdu partiyên me jî. Ji ber ku dema jin bixwazin, dikarin bi wî zimanê xwe ê delal û şêrîn mar ji qulê jî derxin.
Bi wî zimanê şêrîn, delal û xweş, mêran jî îqna bikin ku pêwîstiya gelê me ya bi hevre karkirin û yekitiyeke li ser hebûna bratiya kurdan û di bin konekî neteweyî de, bi fikra azadî û serxwebûna kurdisanê mêran û ciwanên xwe jî bicivînin.
Rola jinê di tevger û berxwedanên azadiya miletan de gelekî bi nirx û pîroz e. Dibe ku heta niha dûrbûn û ne bi hevre karkirin partî û rêxistinên bakurê Kurdistanê ji ber kêmbûna jinê bû. Lewra niha kêfxweş im ku jinên du partiyên me yên kurdistanî bi hevre roja xwe pîroz dikin. Ez jî û divê em jî wan pîroz bikin.
Her weha ez kêfxweş, dilxweş û bawerim ku ev gava jinên delal, rind û pîroz dê tenê li vir nesekine. Dibe ku ew dîsa bi hevre roja neteweya kurd cejna Newrozê jî bi hevre organîze bikin. JI ber ku jin di çi karan de hebin, hûn bawer bikin ew bi ser dikeve.
Ya girîng û pêwîst ew e ku mêr jî ji van jinên bi karekî pîroz û bi hevre rabûne, bibin alîkar. Divê vê carê û bi vê pîrozkirina bi hevre, mêr jî bikevin xizmeta wan da ku ev bi serketî pêk bê.
Hatina ba hev ya jinên du partiyên Kurdistanî, divê ji bona mêran jî bibe hêz û qawet da ku ew jî mil bidin van jinên delal û pîroz, da ku daxwaza gelê me ya yekitiyê pêk bê.
Di hemî civatên modern de jin li pêş in û karên xwe bi serketî pêk tînin. Di civata kurdan de jî her çiqas weke jin ne li pêş jî bin, lê tim gotina talî ya jinê ye. Ez vê weha dizanim û min ev weha dîtî ye.
Min dîtiye û bihîstiye ku çi dema du eşîr, du malbat an du axayan bi hevre şer kirine û herku çiye şer mezin bûye, wê gavê jinên herdu alîyan xwe berra nava şer dane û kefiyên serê xwe davêje orta herdu terefên şer dikin. Piştî avêtina wê jî şer radiweste.
Di virde em fêm dikin ku hebûn û hêza jinê ji berê de di nava civata kurdan de xurt bûye. Bi hêz bûye. Lê piştî hatin û xurtbûna ola îslamê di nava kurdan de ev kêm û zeîf bûye. Ew jî ji ber sedema desthilatan ol ji bona armancên xwe yên sexsî bi kar anîne, bû ye.
Dema ku min nûçeya ku wê jinên herdu partiyên Kurdistanê bi hevre roja xwe pîroz bikin, dît. Şad û kêfxweş bûm ku ev ê bibe sersedema gav avêtina bi hevre karkirina van partiyên me jî.
Ev bi min dide zanîn ku wê sibê gelek tiştên din jî bi hevre pîroz bikin. Ev bi hevre pîrozkirinên wan jî wê rêya ku sibê, berpirs û rêvebirin van herdu partiyan jî ji jinên endamê xwe sûd werbigirin ku ew jî dest bidin hev.
Ji xwe îro şert û mercên navxweyî û cîhanê li ser kurdan ferz kiriye ku yekitiya xwe pêk bînin. Me dît û bihîst ku li Rojhilata kurdistanê bi yekitiya pênc partiyên kurdistanî ev gav hate avêtin. Li başûrê kurdistanê ji bona cêşek neteweyî hevdîtin, danûstendinan pêk tînin. Li rojava jî wê bandora pkk bişkê ku ew jî yekitiya xwe pêk bînin. Li vir bakur dimîne.
Bawer bikin niha gelekî kêfxweşim ku wê roja 8.3.2026an ji bona bakurê kurdistanê bibe pêngaveke nû, girîng û bi wate. Ji ber ku jin dest bavêjin çi wê bi serdixin û bawerim ev ê jî bibe pêngava yekem ya yekitiya herdu partiyên me yên Kurdistanî.
Bi hêviya ku ev têbinî û dilxweşiya min pêk bê. Roja jinan û roja neteweya Kurdistaniyan Newroz li hemî kurd û Kurdistaniyan pîroz be…


