Polîtîk

Pasdaran êrîşê bingehên partiyên rojhilatê Kurdistanê kirin û tehdîda dikin..

Pasdarên Îranê ragihand ku wan bi mûşekan li bakurê Iraqê(Başûrê Kurdistanê) xistiye .

Li gorî daxuyaniya Pasdarên Şoreşa Îranê, îro sibê saet 4:30ê sibehê bi dema herêmî, yekîneyeke mûşekî ya Pasdarên Şoreşa Îranê ji sê xalan ve li çeperên komên cudaxwaz(Partiyên rojhilatê Kurdistanê) ên li bakurê Iraqê xistiye.


Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin ku heke komên cudaxwaz ên terorîst ên li bakurê Iraqê “li dijî yekparçeyiya axa Îranê hewldanek bikin, bersiva Îranê dê gelek tund be.”


Hatibû îdîakirin ku rêveberiya DYA bi awayekî çalak bi komên muxalefeta Îranê û nûnerên muxalefeta Kurd ên Îranê re, ku xwe li Herêma Kurdistanê girtine, di derbarê dabînkirina piştgiriya leşkerî de hevdîtinan dike. Çavkaniyek Îranî, ji CNN re axivî, got ku hin komên çekdar ên muxalefeta Îranê li rojavayê welêt çalakiyan plan dikin û ji DYA û Îsraîlê piştgiriyê hêvî dikin.

Di heman demê de, rayedarê berê yê Pentagonê û pisporê ewlehiya neteweyî yê CNNê Alex Plitsas îdia kir ku “DYA bi eşkere hewl dide ku bi çekdarkirina Kurdan serhildana Îranê bilezîne.”

Back to top button