Cîhan

Pizijkiyan doza lêborînê li welatên cîran kir..!

Serokê Îranê Mesûd Pizijkiyan ragihand ku li gorî biryara Konseya Demkî ya Rêbertiya Îranê, welatên cîran êdî nayên hedefgirtin. Pizijkiyan diyar kir ku tolhildan tenê wê demê çêdibe ku êrîşek ji yek ji van welatan li dijî Îranê were kirin. Wî her wiha ragihand ku li gorî biryara Konseya Demkî ya Rêbertiyê, êrîş û avêtina mûşekan li dijî welatên cîran wê rawestin heya ku pêşî êrîşî Îranê neyê kirin.

Di gotarekê de ku li ser televîzyona dewletê hate weşandin, Pizijkiyan li ser siyaseta ewlehiyê ya welatê xwe axivî.

Wî destnîşan kir ku, di êrîşên Amerîka û Îsraîlê de, rêberê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî, sivîl, rayedar û xwendekaran jiyana xwe ji dest dane û diyar kir ku wan welatê xwe li dijî van êrîşan parastine.

Derbarê êrîşên tolhildanê yên Îranê li ser baregeh û hedefên Amerîkî li hin welatên cîran de, Pizijkiyan  wiha got:

“Ez ji welatên cîran ên ku rastî êrîşê hatin lêborînê dixwazim. Rêberê me, fermandarên me û xwendekarên me ji ber êrîşa hovane ya dijmin jiyana xwe ji dest dan.

Hêzên me yên Çekdar ji bo parastina axa me bi rûmet û hêzê tişta ku pêwîst bû kirin. Me niyeta êrîşî welatên cîran nekiriye. Ew birayên me ne, û em mil bi mil bi wan re dixebitin da ku aştî û aramiyê bi dest bixin.”

Serokkomarê Îranê biryara ku ji hêla Konseya Rêbertiya Demkî ve hatî girtin, ku li gorî Destûra Bingehîn piştî kuştina rêberê Îranê Elî Xameneyî hatî damezrandin, rave kir, “Duh, Konseya Rêbertiya Demkî biryar da ku welatên cîran neyên hedefgirtin an jî mûşek neyên avêtin heya ku ew êrîşî me nekin.”

Back to top button