Cîhan

Îranê bingehê hewayî DYA li Siudiyê kir armanc..

Bertekên Îranê li dijî êrîşên ku ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve hatine destpêkirin berdewam dikin.

Herî dawî, Îranê Baregeha Hewayî ya Prens Sultan, ku li başûrê rojhilatê Riyadê, paytexta Erebistana Siûdî ye, kir armanc.

Îranê êrîşî baregeha Amerîkî li Erebistana Siûdî kir

Di vê navberê de, Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî ragihand ku sê mûşekên balîstîk ên ku ber bi Baregeha Hewayî ya Prens Sultan ve hatine avêtin, ji aliyê pergalên parastina hewayî ve hatine têkbirin. Lêbelê, di daxuyaniyê de behsa ti mûşekên ku li baregehê ketine nehatiye kirin.


Back to top button