Cîhan

Hamas şertên aştiyê li Xezeyê radigihîne û Netanyahu daxwaza çekberdanê dike

Hamas dibêje ku her pêvajoyeke siyasî ji bo pêşeroja Xezeyê divê bi rawestandina tevahî ya êrîşên Îsraîlê û rakirina dorpêçan dest pê bike. Ev yek bi civîna yekem a “konseya aştiyê” ya Trump re hevdem e ku tê de çend welatan soz dan bi mîlyaran dolar ji bo ji nû ve avakirina sektorê.

Hamasê di daxuyaniyekê de got, “Her peymanek li ser Xezeyê û pêşeroja gelê Filistînê divê bi rawestandina tevahî ya êrîşkariyê, rakirina ambargoyê û garantîkirina mafên neteweyî, berî her tiştî mafê çarenûsî, dest pê bike.”

Roja Pêncşemê, konseya Trump civîna xwe ya yekem li Washingtonê li dar xist. Donald Trump got ku çend welatan, bi piranî welatên Kendavê, ji bo ji nû ve avakirina Xezeyê zêdetirî 7 mîlyar dolar soz dane. Wî her wiha destnîşan kir ku pênc welatan (Fas, Kazakistan, Kosova û Albanya) pabendbûna xwe ya şandina leşkeran wekî hêzên aştîxwaz anîne ziman.

Di heman demê de, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, ku Wezîrê Derve Gideon Saari şand civîna Washingtonê, israr kir ku divê Hamas bê bêçek kirin û got: “Me bi hevalbendê xwe Dewletên Yekbûyî re li hev kiriye ku heta ku Xeze bê çek kirin, li Xezeyê ji nû ve avakirin çênabe.

Di derbarê pêkhateya hêza navneteweyî de, General Major Jasper Jeffers, fermandarê Amerîkî, eşkere kir ku Endonezya dê posta cîgirê fermandarê hêza navneteweyî ya nû bigire, ku dê bi aramkirina aştiyê di vê sektorê de were erkdarkirin.

Gavên dîplomatîk piştî ku Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî plana Donald Trump ji bo çareserkirina pirsgirêka Xezeyê di Mijdarê de pejirand, pêk tên.

Back to top button