Nivîsar

Partî û serok endam û rêvebir!!!

Nahêlin, rewşenbîrên zîrek û siyasetmedarên neteweyî, ronakbîrên hêja  navdar bibin.

Bûbê Eser

Di jiyana piraniya rêvebirên partiyên kurdên bakurê Kurdistanê de û di deftera wan de ji ber karên baş, xebatên zelal û delal, endamên zîrek, rewşenbîr û kesayetên ne hevalên partiya wan be, pesindayîn tune ye. Hezar mixabin ku dema endamek jî nikaribe rexneyekê li serok û rêvebirên xwe bigirin, kêmaniyeke mezin e.

Li gor min ev çanda ji teref çepên tirk ku piraniya wan Kemalîs bûn, bi zanetî ketiya nava siyaseta bakurê Kurdistanê. Lê çi dema kesek, rewşenbîr, nivîskar û hwd serok û rêberan rexne dikin an jî kêmaniya wan dinivîsîne, pêgirtên wan kesana jî weke kesên rexnegir qebehetek kiri bin, di çavên civatê de kêm dixin, vê jî bi zanetî dikin. Ev jî ji çanda serdestan ketiye nava me ku em nikaribin tu serok û rêberan rexne bikin. Loma jî piraniya serok û rêberan jî weke xwe dikin. Weke xwe kirin jî dîktatorî y e. Rewşa pkk û Evdila li ber çavan e.

Ev jî zihniyeteke dagirkeriyê ye. Ji ber ku dagirkeran tu caran nexwestine û heta ji wan hatine, dê nehêlin serokekî navdar, partiyeke Kurdistanî bi hêz û qawet bibe. Nahêlin, rewşenbîrên zîrek û siyasetmedarên neteweyî, ronakbîrên hêja  navdar bibin. Dema ji ber karên baş pesindarî tune be, ew jî nikarin bi pêşkevin.

Dîroka bakurê Kurdistanî ya siyasî tê zanîn ku tim hin kes hene ku li dij partiya ku wî/ê temenek dayê, derdikeve. Berhemên yek nivîskarên ku ew ne hevalê wan e, naecibînin. Henek û tinazên xwe, bi siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskarên welatê xwe ê dagirkirî dikin. Ev jî dibe sedema qelskirina hizra neteweyî.

Gelek kes vê nabîne û fêm nake ku piraniya karên weha xerab, ji çanda bindestiyê tê. Di vê çandê de jî tu nikare serokekî ne li rê, berpirsekî şaşiyan dike jî rexne bike. Sedema vana hemî ji bindestî û dagirkirina welat û mejî tê. Ji ber ku yên te dagir dike, ne tenê erda te, mejî, bawerî, duristî, çanda te, zimanê te û hemî hêjahiyên te jî bi erda te re dagir dike ku tu zû bi zû bi serxwe de neyê.

Di gelek cih û waran de, di hin qoanxên ne diyar de em brayê xwe ê do, îro weke dijmin rê didin. Partiya ku te bi salan alîkarî û ked, zehmetî û qencî, di warê aborî de jî tu jê re bû be piştgir, bi carekê mirov vana ji bîr dike û dibe êrîşkar.

Ev weke çanda miletê dagirkirî û bindeste ku dagirkeran di mejiyê me yê ku hatiye dagirkirin de bi cih kirine. Loma em bi hevdu dikevin, hevdu kêm dikin, brayê xwe ê do dikin neyarê xwe ê îro.

Dema mirov vê dike, bê ku haya mirov ji me re hebe, me re dikeve xizmeta dagirkeran. Ji ber ku dagirkerên me tu caran naxwazin em li hev bin, yek bin. Li hemberî hev bi hurmet tevbigirin. Her xwestine ku em bi hev bikevin. Morala hev xerab bikin da ku karê ji bona azadî û serxwebûna welatê şêrîn, Kurdistana delal pêk neyê…

Ji ber vê ye ku heta niha di nava partî, dam û dezgehên Kurdistanî de yekitî û yekrêzî pêk nayê, nehatiye û weha bidome wê qet jî pêk neyê.

Dema ku mirov di nava rêxistinekê de be û yek rêber û serokê xwe ji ber hin kêmaniyên wan ew rexne nekiribe, piştî ji hev veqetandinê rexnekirina wan, li gor min ne ehlaqî ye. Do brayê te bû, serok û rêber te bû, îro bi navekî din bi heqaretên ne li cih, rexnekirina wan ne duristiye.

Loma jî ev çanda hevdu neqebêlkirinê, dagirkeran di nava me de, di mejiyê me de û di jiyana me de bi me dane zanîn û qebûlkirin ku tim di nava me de nakokî hebe.

Mirovên dirust, yên camêr ew in ku berî ku ji partiya xwe, ji dezdehek bi salan ked dayê, veqete serok û rêvebirên xwe rexne kiribin, lê di rexneyên xwe de bi ser neketibin piştî jê bi dûr bikeve rexne bike, heqê wan e.

Lê dema mirov bi hevre be, kêmanî û şaşiyên serok û rêberên xwe, dost û hevalên xwe nebêje, piştî veqerandinê vê bike ew ne camêrî ye. Camêrî ew e ku dema mirov di navde be û kêmaniya rexne bike ye. Ya rast jî ev e.

Rastiyek din jî ev e ku heta endam nikaribin, serok û rêvebirên xwe û yên partiyên din jî rexne bikin, ew nabin endamên dirust. Ji ber ku rexne mekanîzme pêşketin û rê vekirina demokrasiyê û li hember kêmanî û şaşiyan rawestandin e…

Lê divê ev qet neyê ji bîr kirin ku îro hevdu neqebûlkirin û bi hevre nekarkirin zerarek mezin dide tevgera Kurdistaniyan. Îro dewlet û pkk ya wê bi hevre li ser tunebûna kurdan kar dikin ku kurd nebînin. Heger em jî bi hevkevin, li ser xeta neteweyî yekrêziya xwe pêk neynin, kurd li ser destê pkkDEM diqedin. Divê em îro vê derxin pêş û li gor wê bi hevre kar bikin.

Back to top button