Gelo bi tenê Ocalan tawanbar e..?

Roja ku, pêvajoya ”Tirkiyeya bê Teror”destpêkirî heta vê gavê gelek rexne, şirove têne kirin. Gelek kes, alî siyaseta Ocalan rexne dikin, heta hinek kes ji rexneyan wêdetir dijûna dikin Ocalan û siyaseta ku bi salane bûyî bela serê Kurdan dikin.
Di bingehê xwe de tu cara Ocalan nehatiye guhertin. Ocalan û rêxistina wî di serî de jî projeyek a dewleta Kûr a Tirkiye bû. Tevgera Ocalan derketina xwe de, her çikas behsa ”Serxwebûnê” dikira jî ew bi tenê ji bo xapandina Kurdan bû.
Di serî de jî armanca PKKê ya sereke tesfiyekirina tevgerên Kurd yên netewî û niştimanperwer bû. Ev gav bi gav pêkanîn. PKK di destpêka xwe de tenê aparatek di destê dewleta kûr a Tirk de bû. Lê piştî sala 1979ê hêdî hêdî ket destê istixbarata Sûrî de û heta bû beşek ji siyaseta Baas a Sûrî.
Piştre bûn hevalbendên rejima Sadam li Iraqê. Dawîyê de bi hemû heyîna xwe bûn sixûrên Îranê. Kurtahî behsa sosyalizmê dikiran lê sixûriya dewletên îslamî û Faşizan dikiran. Her aliyek siyasî ev yek dizanî.
Dema rejima Esad bi projeya Îranê rojavayê Kurdistanê radestî PKKê kir, Ala Kurdistanê di desthilata wan de qedexe bû. Navê Kurdistanê ji holê rakirin û kurdên welatparêz girtin, revandin û kuştin. Zarokê Kurdan bi darê zora ji malên wan direvandin û rêdikarn şer.
Gelek kesan bi navê rewşenbîrîyê, nivîskariyê, demokratbûnê pişgiriya siyaseta Ocalan dikiran. Taybetî di navbera salên 2013 û 2015ê dema pêvajoya agirbestê yan jî ya çareseriyê li Tirkiye û bakurê Kurdistanê hate destpêkirin, bi biryara Ocalan û MIT a Tirkan HDP hate damezirandin. Ev yek di dema xwe de ji aliye koardinatorê wê pêvajoyê û wezîrê dewletê Başîr Atalay ve di TRTê de vekirî hate eşkerekirin.
Lê cardin ji bo destxistina parlementerekî yan jî ji bo serokatiya şeredariyekî, gelek partiyên kurda pişgirî didan HDPê û hinek aliyan jî li gel HDPê hevkarî pêkanîn. Ev hemû qelsbûna tevgera kurdên bakur dihat pêş. Ji aliyek din ve li taybetî li başûrê Kurdistanê di nava hinek aliyan de kompleksek li himber tevgera PKKê û Ocalan hebû.
Niha dema Ocalan û Tevgera Ocalan tê rexnekirin û ew bi frotina Kurdistanê têne tawanbar kirin, lê kesek behsa xwe û behra xwe di vê siyaseta qirêj de nake. Li bakurê Kurdistanê kesên ku dijê siyaseta Ocalan û tevgera wî disekînin tu cara xwehr nebûn û xwe netewandin bi tilîyên desta têne hêjmartin.
Heta ku ev kes yan jî alî behsa behra xwe di vê siyaseta qirêj de nekin, tu cara nabin xwedî ehtûbar û ew pakij nabin.
Li Rojavayê Kurdistanê, bi daxwaziya Ocalan Kurdistan radestî rejima Şamê kirin. Eger ne hewldanên serok Barzanî û serokê Herêma Kurdistanê bûya dê li rojavayê Kurdistanê Kurd koçber bibûna û bihatan qetilkirin. Lê cardin ew giyanê netewî û niştimanperwerî hişt ku li rojava Kurd ji komkujiyekî xilas bibin û bimînin li ser cih û warên xwe.
Ehmeq û nezanek wek Salih Muslim yan jî aldar Xelil di tevgerekî de bibin xwedî gotin were tişta bê serê vî miletî.
PKK û Ocalan vekirî rûyê xwe yê reş eşkere kirin, lê ka kî çikas ji wan fam kir. Gelo heta çi radeyê xwe berçavre derbas kir?
Pirs pirsa kesayetên siyasîyên Kurdistanîye, ewên tevlî vê siyaseta qirêj bûyin divê xwe paqij bikin. Wek din her tevgera ku ew di nav de bin hêja xwedê nedayî mirîye.
12.2.2026
Nêrîn / Şirove
N.Firat


