Heger em hebin!!!

Em henin lê em hêz û qaweta xwe nasnakin. Em henin lê qawet û hêza xwe nizanin. Em henin, lê ji hev bela welane.

Bûbê Eser
Heger em hebin; kes û kesayetiyên din jî dê vê hebûnê bibînin û wê ew jî werin nava me.
Heger em hebin; yekitî û yekrêziya nava mala me dê bi rehetî û bê serêş dê pêk bê.
Heger em hebin; hêz û qawet, aborî û îmkanên baş dê ji bona me pêk bên.
Heger hem hebin; dê dost û dijmin jî hesabê me bikin.
Heger em hebin; em ê nehêlin destên gemarî bikevin nava me da ku me perçe bikin û berra ber hev bidin.
Heger em hebin; gel dê li gel me bin. Ji ber gel jî li hêz û qawetê dinere.
Heger em hebin; dagir-ker, sîxûr û ajanên wan dê bi rehetî nikaribin di nava me de bijîn.
Heger em hebin; bi sedan heta bi hezaran kesên berê welatparêz bûn, îro dê bi rehetî nikarin bibin sîxûr û peyayên dewletên dagir- keran.
Heger em hebin; em ê bi hevre rê nedin leşkerên dagir-keran da ku miletê me di bin potînên xwe de bieciqînin.
Ji ber vê pêwîste ku em hebin. Yek bin. Xwedî li hev derkevin. Bi hêz û qaweteke neteweyî li hember dagir-keran rawestin. Bi hebûna xwe, bi yekitiya nava mala xwe, em ê bi hevre Kurdistaneke azad û serbixwe bibînin.
Heta ku em bi xwe, hebûna xwe, yekitiya nava mala xwe, hêz û qaweta xwe nas nekin û nebînin, em ê her kole û bindest bin. Bala xwe bidinê, bi hebûn ûnasîna başûrê Kurdistanê û bi saya rêbaza pîroz ya Barzaniyê nemir, îro desthilata wir û bi taybetî serok Barzanî xwedî li herçar perçên Kurdistanê derdikeve.
Heger ew hebûn û wêrekiya serok Barzanî tune ba. Rojavayê Kurdistanê nema bû. Ji xwe bakurê Kurdistanê hema hema qedandine. Asasê armanca dagir-keran ne rojavayê Kurdistanê ye. Hedefa wan têkbirina wire ku bi rehetî başûrê Kurdistanê tune bikin e. Lê bi hebûna Barzaniyan, bi hêza pêşmêrgeyên qehreman, li gor bîr û boçûnên serok Barzanê, hebûna kurdan tê parastin.
Loma jî dema tu hebe, tê xwe bide naskirin. Dema tu hebe, tê li cîhanê jî bê naskirin. Ji ber vê divê tu berê hebûna xwe bibîne û bizanibe. Hêz û qaweta xwe nas bike da ku tu bikaribe li gor wê tevbigere.
Ji ber ku Barzanî hene û vê hebûna xwe bi cîhanê jî dane îspatkirin. Loma hesabê wan û hebûna wan di qada navneteweyî de tê zanîn û nasîn. Ji ber vê hebûna Barzaniyan e ku dagir-kerên me weke dixwazin nikarin li hember kurdan tevbigerin. Ceribandin lê bi ser neketin.
Gotina min ya talî:
Girîng û ferze ku li bakurê Kurdistanê jî divê em hebûna xwe qebûl bikin. Dest bavêjin karên siyaseta yekitî û yekrêziya nava mala xwe. Em henin lê em hêz û qaweta xwe nasnakin. Em henin lê qawet û hêza xwe nizanin. Em henin, lê ji hev bela welane.
Çi dema me ev belavbûna xwe di bin konekî neteweyî de kir yek, aha wê demê dê azadî û serxwebûna Kurdistanê jî nêzik bibe.
Pêwîste ku em weke kurdên bakurê Kurdistanê hebûna xwe biparêzin da ku bikaribin bi hevre welatê xwe jî biparêzin.
Divê em li RÊBAZa Barzanî vegerin. Wê bixwînin da ku rêya azadî û serxwebûna gelê xwe bibînin.
Em wê rêbaza pîroz bixwînin, hezkirin û evîndariya welêt çi ye fêr bibin.
Em wê bixwînin da ku bikaribin yekitî û yekrêziya nava mala xwe li gor xalên wê pêk bînin. Ji ber ku RÊBAZ hêz û qawet e. Rêbaz xwe nasîn û hebûne. Heger te xwe nas kir tu dikarî xwe bide naskirin jî.
Arîşeya(problen) me ya mezin ew e ku em hebûna xwe, hêz û qaweta xwe, wêrekî û dilsoziya xwe nas nakin. Çi dema me hebûna xwe qebûl kir, hêz û. qaweta xwe nas kir, xwedî li RÊBAZa xwe derketin, li gor dîtin, şîret û temiyên Serok Barzanî tevgeriyan, hûn bawer bikin, li vê cîhanê tu hêz û qawet dê nikaribin pişta kurda bidin erdê
Niha Baxçelî û Evdila bi hemî hêzên xwe kar dikin ku kurdan tune bike. Divê kurdên ji welatê xwe hez dikin jî, bi hemî hêzên xwe, bi bawerî, kar û xebatên xwe, bi alîkar û piştgiriyên xwe, ji serok Barzanî re bibin palpişt da ku ew jî bikaribe di qada navneteweyî de, bê tirs mafê miletê kurd li her çarperan biparpze.
Serok Barzanî weke îro çawa xwedî li rojavayê Kurdistanê derdiveke û bi wêrekî dibêje: ”Heger zerarek û ziyaneke mezin bighêje brayê me, em ê bi hemî hêzên xwe brayên xwe yên rojavayê kurdistanê biparêzin”. Aha Rêbaz ev e û hîmekî wê yê giran serok Barzanî jî li gor wê tevdigere…


