Nivîsar

Gerek HSD berê xwe veguhez e..!

Li Rojavayê Kurdistanê, di bin gefa rejîma Şamê û Ocalan de ye. Heta ev rastî neyê dîtin û çekdarên PKKê li rojavayê Kurdistanê forma xwe ya çekdariyê neguherin û çewe li dijê rejima Şamê disekinin heman tundiyê li dijê Ocalan nedin nîşandan dê gavên rast neyên avêtin.

Heta arma HSDê ya berê û alayên PKKê li ser milê wan bin, ew ne çekdarên Kurdistanêne , çekdarên PKKê ne. Gerek gava ewil Kurdistaniya xwe li ser siyasetek xeta netewî ragihînin. Armên li ser milên xwe rakin û Ala Kurdistanê deynin, banî birayên xwe! Pêşmergeyên Roj bikin û ji nû ve dikarin behsa yekitiya Kurdan bikin û hawara xwe bighînin Kurdistaniyan.

Îro li her çar beşên Kurdistanê xelkê kurd pişgiriya Rojavayê Kurdistanê dike, ev nayê wateya pişgiriya PKKê yan jî siyaseta dîlgirtî ya PKKê. Berê xwe bidinê li Ewropa Kurd rabûne li ser piya, başûr bi hemû dam û dezgehên xwe rabûne li ser piyan û siyasî, civakî bi hemû awayî pişgiriya Rojavayê Kurdistanê dikin.

Mixabin li bakur heman hesasiyet ji aliyê DEMê ve nayê kirin. Guh nedin daxûyaniyên didin. Heta wek vê gavê çalakiyên ji bo azadiya Ocalan ji wan re ji pişgiriya rojavayê Kurdistanê girîngtir e.

Siyasî û ehlaqî tu pêwendiya siyaseta PKKa ku,bi biryara Ocalan hatî hilweşandin Kurdistanê re nemaye. Ji bo vê gerek Kurd bi hişyarî pişgiriya Rojavayê Kurdistanê bikin. Gerek hewldan bi hemû awayî hebin ku, şerek vale çênebe, da cardin sedê hezaran kurd koçber nebin, da bi hezaran kurd neyên qetil kirin. Madem encam kifşe ev qir qira tê kirin ji aliyê çekdarên PKKÊ ve çiye? HSD fonksiyona xwe winda kir, siyaseta “Biratiya Gelen” li Sûriye û rojavayê Kurdistanê îflas kir. Niha ji çekdarên PKKê pêve kesek di nav HSDê de neman..Ereban berê xwe dan Şamê…

Gerek wek dehê caran hatî gotin, bi hemû awayî pişgiriya Rojavayê Kurdistanê bê kirin, lê ev ne di kesayeta PKKê de bê kirin û nebe malzemeyek ji siyaseta wan a qirêj re.. Mesele hemû ev e..

Dema em bêjin her tişt ji bo rojavayê Kurdistanê, gerek ewên ku rojava kirîn di vê rewşê de jî bêne recimandin…

26.01.2026

Nêrîn/Şirove

Back to top button