Rojavayê Kurdistanê û siyaseta hilweşayî…

Li rojavayê Kurdistanê îro ketiya di nawenda rojeva cîhanê û ya kurdan bi xwe de jî. Eger analîzek baş neyê kirin û rastiyên heyîn dernekevin holê,dê mirov nikaribe nirxandinek rasteqênî bike.
Serokê PKKê Abdullah Ocalan di hevdîtinên li Îmralî de gelek vekirî daxwaz kir ku, bila HSD entegreyê desthilata Şamê bibe û Şam çi bixwazê bila wê bike. Herweha gerek neyê ji bîr kirin ku, Ocalan di hevdîtinekî ya xwe de vekirî gotibû ku,” HSD ji aliyê Amerikayê ve hatiye damezirandin û wek Heşda Şeibî ya Îsrail e.
Ji aliyek din herkes dizanê ku,serok Barzanî di roja ewil de hewlda ku yekitiyekî di nava kurdên rojavayê Kurdistanê de ava bike, da ku ew bikaribin bibin xwedî statûyekî û mafên xwe yên rewa destve bînin. Peymana Hewlêr 1, Hewlêr 2 û herî dawî jî Peymana Dihokê di çavderiya serok Barzanî de hate îmzekirin. Lê PKKê îmzekirina van hersê peymana wek tektik bi karanî û pehîna xwe lê da û hilweşandin.
Desthilata PKKê li rojavayê Kurdistanê û hinek deverên Sûriye, partî û aliyên din yên Kurdan êşandin, endamên wan girtin hinek kuştin hinek kirin zîndanan de ku, heta wek vê gavê jî çarenûsê wan ne diyare. Bi dehên caran ofîsên ENKS,/PDKê şewitandin, rê nedidan xwepêşandanek ji derê wan pêk werê, gelek cara Ala Kurdistanê şewitandin û li herêma xwe de qedexekirin. Komek ciwan di bin navê ” Ciwanên Şoreşger” de kom kirin wan li ser kurdan teror bi kar dianîna.
Fermandarê HSDê bi xwe ne xwediyê wê kesayetê bû ku, li ser gotina xwe bisekine. Kesayetek zeyif hebû , hemû berjewendiyên Kurda berteraf dikira li gora siyaset û fermana Qendil tevdigeriya. Ji bo Peşmergeyên Roj neçin rojavayê Kurdistanê hertişt dikiran û tu cara nexwestin heyina Pêşmergeyên Roj qebûl bikin. Piştî demekî kongreyeka yekitiyê hate li darxistin, lê tu cara ji bilî hevalên xwe rê nedan ENKS di hevdîtinan de amade bibe. Heta wek gava dawî her wek xwe kirin û ji bo berjewendî destkeftiyên netewî gavek neavêtin.
Ev siyaseta ne kurdewarî ,û fermanên Qendil îro li rojava kurda berbi karasetekî ve dibe.
Rewşa ku îro HSD/PKK ketiyê, encama siyaseta PKKê ya çewt û ne kurdewariye.
Lê cardin desthilata başûrê Kurdistanê, serok Barzanî û serokê herêma Kurdistanê hemû imkanên xwe bi karanîn da ku Kurdên rojavayê Kurdistanê ji malwêraniyek din xilas bikin. Hemû hewl û pêwendiyên diplomatik yên Barzaniyan cardin bû sedemek ku, kurd bi temamî ji cih û warên xwe koçber nebin û rasta qetlîamekî newin.
Ne hevceye mirov hûrgilî bikeve di nava bûyeran de. Ji ber ku helwest û siyaseta PKK û hevalbendên wan yên başûr ew bi zanebûn û çavsorî berbi felaketîve dibiran.
Bê guman gerek tu cara mirov bi çavên PKKê li rojavayê Kurdistanê nerêne. Gerek hemû hewldan ji bo parastina rojavayê Kurdistanê bê kirin. Her hewldan ji bo destxistina kurdan û parastina heyîna Kurdan li rojava be. Gerek aliyên siyasî taybetî yên rojavayê Kurdistanê nehêlin PKK bi propagandeyên xwe yên qirêz temênê xwe li rojava dirêj bike. PKK û her dezgeh yan jî rêxistina pêve girêdayî di nezdê kurdan û Kurdistaniyan de hiweşane.
Îro dilê hemû kurdan ji bo rojavê Kurdistanê lê dide. Lê bawerkin hêja PKK li dûv berjewendiyên kesayetî û propaganeyek valene.
24.01.2026
Nêrîn/Şirove


